Salvegera qetlîama Helebçeyê ya 27an

Salvegera qetlîama Helebçeyê ya 27an

27 sal berê, dîktatorê Iraqê Seddam Husên, dı 1988an de gazên kîmyewî yên sîyanît û xerdelê, bı ser bajarê Helebçe û bajarokên derdora wê de barandıbû. Bı carekê zêdetırî 5 hezar Kurd qetlîam kırıbûn, dora 10 hezar heb jî bırîndar bûbûn.

Îro yek ji şermên herî mezin yên însanîyetê, salvegera qetlîama Helebçeyê ya 27an e. Di 16a Adara 1988an de, bi emrê dîktatorê Iraqê zalimê Seddam, qomandarê wî Eliyê Mecîd bi teyaran, gazên kîmyewî yên siyanît û xerdelê, bi ser bajarê Helebçe û gund û bajarokên derdora wê de dibarand. Di encamê de trajediyeke mezin ya însaniyetê diqewimî. Di kêliya ewil de zêdetirî 5 hezar kurd hatin qetlîamkirin. Dora deh hezar jî birîndar bûn.

 

Pey qetlîamê gelek kurd xwe li Tirkiye û Îranê girtin. Malzemên kîmyasalê ji aliyê Emrîka, Belçîka, Îngîltere, Elmanya û çend welatên mustekbîr ve ji Seddam re hatibûn şandin. Şîrketên yahûdiyan jî di veguhastina van malzemeyan de dixebitîn. Malzeme hatibûn lîmana Mêrsînê û bi ser Tirkiyê re digihîştin Seddam.

 

Qetlîam û komkujiya Helebçeyê, êrîşek ji operasyonê Enfalê bû. Tê gotin ku nêzî 200 hezar kurd, di çarçoveya operasyona Enfalê de hatine kuştin. Qetlîama han heta dereng ji aliyê camiaya navneteweyî nehat dîtin. Lewra wan zemîna qetlîamê hazir kiribû. Gava ku îşê Seddam qediya, zilamê nayêxwestin hat îlankirin, qetlîama Helebçeyê ket rojevê.

 

27 sal bi ser qetlîamê ketin, lê li dinyayê tiştek neguheriye. Li Ğezze, Groznî, Bosna, Hûmûs, Îdlîb, Heleb û Derayê eynî qetlîam hatin rastkirin.

 

Hat gotin ku wê bi minasebeta salvegera vê qetlîamê, li Helebçeyê teyare bi ser bajêr de, pelên gulan bibarînin. Her wiha muze û peykerên sembola vê qetlîamê jî, ji bo ziyaretvanan hatine amadekirin.

 

Li aliyê din serokê komela Heq û Hurriyetên Însanî ya Batmanê Hur-Derê Faysal Yaman, bi minasebeta vê qetlîamê weha got: “Kurdên ewladên mezlûm yên coğrafyaya Îslamê, ji aliyê hêzên zalim û emperyalîst ve, di tarîxê de gelek caran marûzî zulmê bûne û hatine qetlîamkirin. Ji wan qetlîamên herî mezin û ya nêzdîroka me komkujiya Helebçeyê ye. Lê mixabin parêzerên heqên însanan yên dinyayê, ev qetlîamê nedîtin. Ji ber ku ehlê Helebçe misluman bûn. Dewletên Ewrûpayê û yên wek Îngîlîstan, Rûsya, Emrîka û Çînê, ji qetlîamê re bêdeng man. Dîsa welatên misluman yên Rojhilata navîn jî, çavên xwe ji vê qetlîamê re girtin û tenê lê temaşe kirin. Em şehîdên Helebçeyê bi rehmet bibîr tînin, qehr û ezabê Xweda li zalim û dîktaron be.”

BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.