Salvegera Şehadeta Ûbeydûllah Dûrna

Salvegera Şehadeta Ûbeydûllah Dûrna

3 sal bi ser şehadeta Ûbeydûllah Dûrna ketin

3 sal bi ser şehadeta Ûbeydûllah Dûrna ketin. Lê hê jî qatilên wî nehatine girtin yan jî nayê xwestin ku bên girtin.

   Wekî tê zanîn di 5ê Gulana 2011an de li Gevera Colemêrgê, alîgirên Pkk/Bdpê bi bihana hilbijartinên parlementoyê li ber çavê polîsan êrîşî şaxa komela Mustezef-Derê kiribûn.

   Bi armanca komelê bişewitînin, molotof û kevir avêtin komelê. Alîkarê serokê komelê Ûbeydûllah Dûrna derketibû ser banê komelê da ku nehêle agir bi komelê bikeve.

  Li ser ğîreta Ûbeydûllah, êrîşker negihaştibûn meqseda xwe. Ji lew bi sîlehên otomatîk li ber çavê polîsan Ûbeydûllah Dûrna hatibû şehîdkirin.

   Pey şehadeta wî agir bi komelê û kitêbxaneyê xistibûn, Quran û kitêbên Îslamî şewitandibûn.  Digel ewqas hedîseyan jî, polîs ji ciyê xwe neliviyabû û çavên xwe ji êrîşkeran re girtibûn. Hov û çepelên har, pêl urf û terbiya kurdan jî kiribûn ku êrîşî kesên hatibûn teziyê kiribûn.

   Mîna ku dewleta kûr û Pkk ya kûr bi hev re her tiştî organîze bikin, meqamên yargiyê neçûn ser vê xwînxwariyê û digel miracaet û giliyên parêzer û malbata Şehîd jî, dosyaya qetilkirina şehîd Ûbeydûllah weha hiştin.

   Em wek malbata Rehber Tvyê careke din şehîd Ûbeydûllah Dûrna bi rehmet bibîr tînin û ji malbat û meriv û hevalên wî re ji Xweda sebrê dixwazin.  

                                   BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.