“Şaredarî got berik û bombeyên Qandîlê xilas bûye û ji me pere xwest”

“Şaredarî got berik û bombeyên Qandîlê xilas bûye û ji me pere xwest”

DİYARBEKİR - Piştî ku bînaya bê ruhset a mexdûrên Sûrê ji teref şaredariyê ve hat xirakirin malbatan diyar kirin ku şaredarî ji wan ji ber ku berik û bombeyên Qendîlê xilas bûye pere xwestiye.

 Li navçeya Baglara Diyarbekirê malbatên mexdûrên Sûrê apartmanekî li ser erseyen ku bi derfetên xwe sitandibûb saz kirin. Lê şaredarî bi hinceta ku bê ruhset e apartmanê xira kir.

Li navçeya Baglara Diyarbekirê di Taxa Bagcilarê de Şaredariya Baglarê ji bo ku avahiyê xira bike çû dera ku avahî wir e. Lê malbatan vî yekê îtiraz kirin. Li ser xeberdana tîmên şaredariyê polês hatin wir û malbatan asteng kirin. Dûvre epartman hat xirakirin.

Mahmut Altaşê ku ji vî yekê re bertek nîşan da idîa kir ji ber ku wan ruşvet nedane şaredariyê avahiya wan hatiye xirakirin. Altaş diyar kir avahiya ku wan bi derfetên xwe saz kirine şaredarî ji wan re zêde dîtiye. Her wiha Altaş bal kişand ku mehkeme biryara xirakirinê daye sekinandin. Lê şaredarî gor vî biryarê hereket nekiriye.

Altaş diyar kir ku ew mexdûrê Sûrê ne û şaredarî wan dişelîne. Dûvre Altaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em mexdûr in. Malaên me li Fîskayayê bû. Çendîn sal bû ku şaredarî me îstîsmar dikir. Kevir û molotof dan me û ji me re gotin van bavêjin polêsan. Niha jî polês anîne vir. Li vir polês sûcdar nîne. Şaredarî ji me ruşwet xwest. Me neda. Ji ber vî yekê wan bînayê xera kirin. Em bang li dewletê dikin. Bila demildest qeyûm tayînê şaredariyan bikin. Em mexdûr in. Çiyê me hebû me firot ji bo ku em bibin xwedî mal. Wê jî asteng kirin. Wê jî asteng kirin. Ji me re gotin perê Qendîlê xelas bûye û ji me pere xwestin. Ji ber ku me dizaniya ev pere diçe kû derê me vî perê neda wan.”

“Wan wî memleketê kirin kavil”

Altaş ji helwesta şaredariyê re bertek nîşan da û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bibînin wan çi kirin. Ev yek dijî mirovahiyê ye. Wan wî memleketê kirin kavil. Ji ber bûyerên terorî mala me tune. Em di kirê de ne. Bila lê mêze bikin heke ku malekî me ya din heye bila ji me bistînin. Di derbarê vî yekê de bersivekî şaredariyê a bi mentiq tune.”

 “Mehkeme biryara sekinandinê da, ji xwe vê biryarê wek ciddî nehesibînin”

Altaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wan heta îro bira û kekên me xapandin û şandin serê çiyê. Bi xwîna wan siyasetê kirin. Heqê me ji wan re heram bibe. Wan me li hemberê dewletê emilandin. Ew bi nanê me dilîzin. Ev bi me dilîzin. Mehkeme biryara sekinandinê da, ji xwe vê biryarê wek ciddî nehesibînin. Me serî li dadgehê da û vî yekê anî ziman.”

 “Ew ji kesê ku bi ereboka destan jî dixebitin bac distînin”

Altaş diyar kir ku hinek avahiyên li hawîrdor bê ruhset in. Dûvre Altaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Otêla Suîtê saz kirin. Ew saziyeke qeçax e. Çima wê xira nakin? Kîjan HDPyî pere razandiye? Wan me xapandin û me îstîsmar kirin. Ew ji kesê ku bi ereboka destan jî dixebitin bac distînin. Em êdî nizanin ku dê bac bidin kî.” (ÎLKHA)

 









 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.