“Şaredariya Amedê ew ê li gundê me xwedî kirina heywanan biqedîne”

“Şaredariya Amedê ew ê li gundê me xwedî kirina heywanan biqedîne”

Xelkê gundê Xecîteya Çinara Diyarbekirê diyar kirin Şaredariya Diyarbekirê ya Mezin hezar û 200 metro donim çêrgeh bi fêl û hîleyan xistiye nava projeyekê û ji ber vê yekê li gund xwedî kirina heywanan li ber xelasbûnê ye.

Li gundê Xecîtaya ku 140 mal lê hene hat diyarkirin  Şaredariya Mezin a Diyarbekirê çêrgeha  hezar û 200 donim(Milyonek û 200 hezar metreçarçik) bi wada  dayîna kar îmza bi wan daye avêtin û çêrgeha gundiya xistiye nava Projeya Îdareya Avêtiyên Hişk.Nîşteciyên gund îddîa kirin Şaredariya Mezin a Diyarbekirê wan xapandiye û ew dixwazin ew proje bê betalkirin.

Xelk diyar kir ji ber ku çêrgeha wan ji destê wan hatiye standin li gund ajaldarî hatiye asta xelasbûnê û her wiha dîsa ji ber standina çêrgehan 19 hezar pez û dewar li gund  weke ku di hepsê de mane.

Xelkê gund diyar kir Şaredariya Mezin a Diyarbekirê wan xapandiye û projeya ku hatibû gotin ew ê di qada 200 hezar metroçarçik de hatibana çêkirin lê pişt re ew hînbûne ku ew ê ew proje milyonek û 200 hezar metroçarçik dixwe nava xwe.Her wiha xelkê gund diyar kir dema ku ew vê yekê bihîstin û hînbûn çendîn car ji bona vê yekê îtîrazî şaredarîyê kirine.

Xelkê gund bi rayedarên şaredarîyê re  hevdîtin kirin, lê ji ber ku hevdîtin feyde nedan xelk berê xwe da şantiye.Ji ber ku cendirmê li derdora şantiye tedbîrên ewlehiyê girtibûn xelkê astengî kirin.Ji ber vê astengkirinê di navbera xelkê û cendirmeyan de munaqeşe derketîye.Xelkê ku li gund civiyabûn gotin heta ku em heqên xwe bi dest bixin em ê li ber xwe bidin.

Gundiyan diyar kirin ji karê ajaldarî û ziraetê pê ve tu karê wan tune ye û wiha ragihandin: “Heke ev proje neyê betalkirin ew ê xelk perîşan bibe.Ew ê di şûna Projeya Avêtiyên Hişk de Santrala Nukleer bê sazkirin.Şaredarî vê derê bi bihayeke gelekî zêde firote xerîban.”

 “Ji me re gotin ku ew ê  li vê derê tesîsa avêtiyên çopê bê çêkirin”

Ji gundîyan kesê bi navê Neşet Aker diyar kir Şaredariya Mezin a Diyarbekirê gundîyan xapandiye  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rayedarên Şaredariya Mezin  hatin gundê me û ji me 400 donim arazî xwestin.Ji me re gotin ku em ê li ser vê araziyê tesîsa avêtiyên çopê çêbikin û em ê we jî bigrin îş.Lê îro ew araziya 400 donim ya ku ji me xwestibûn derxistine hezar û 200 donimê.Ji me re negotin tesîseke bi vî awayî mezin ew ê bê çêkirin. Îmzayek bi me dan avêtin û gotin em ê we bigrin îş.  Ji ber ku pêwîst bû 100 hezar îmzeyê ji gundîyan ber hev bikin li ser navê kesên ku ne li gund bûn jî îmza hatine avêtin. A niha jî weke ku hûn dibînin li vê derê tesîsê ava dikin.”

 “Ew ê li gundê me ajaldarî biqede”

Aker di berdewama axavtina xwe de diyar kir di gundê wan de tevde 140 mal hene û ev mal jî bi tevahî debara xwe ji ajaldariyê dikin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li vê heremê heywanên bi guhar herî zêde li vî gundî hene.Heger ev proje berdewam bike  ew ê 15 hezar pez û nêzî 4 hezar dewarên ku li gundê me ne xelas bibin.”

 “Ji îro pê ve ji kû derê re muracaat pêwîst be em ê serîlêdana xwe bikin”

Aker di berdewama axavtina xwe de diyar kir di derbarê vê mijarê de di rojevê de çend îddîayên din hene û êdî ew jî nizanin çi bikin.Aker dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi  qasî ku em hîn bûne ew ê li vê derê gaza metale ya zer, gubre û gaza xwezayî bê çêkirin û ew ê li vê derê santrala termik bê avakirin.Haya me ji vê yekê nû çêbû.Em ê ji îro pê ve çi pêwîst be bikin.”

 “Ev tesîs ew ê zirarê bide temamê heremê”

Mîkaîl Arbaşê ku nîşteciyê gund bû jî di derbarê mijarê de diyar kir ew li dijî wê projeya ku ew ê bê avakirin disekin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em baş dizanin ew tesîsa ku ew ê bê avakirin çi qas zirarê bide heremê.Sînevîzyona van jî nîşanî me nadin.Ew ê ev tesîs him  zirarê bide çandiniyê him jî heywanan.Me vê yekê ji ser înternetê jî lêkolîn kir. Ew ê ev tesîs zirarê bide temamê heremê. A niha jî dema ku heywanên me dikevin zeviyên gundê cîran pirsgirêk derdikevin.Piştî ku ev tesîs bê avakirin ew ê ajaldarî biqede.”

 “Çêrgeha me firotine Fransewî, Xiristiyan û Ermeniyan”

Kesê bi navê Nedîm ê ji nîştecihên gund jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Heger serê me jî jê bikin em dê dev ji vê doza xwe bernedin.Heger pêwîst be em ê vê doza xwe heta Serokkomar û meclîsê jî bibin.Dozger û esker werin û me tehdîd bikin jî em ê dev ji vê dozê bernedin.Em ê piştî vê seatê li dijî şaredariya ku me xapandiye li ber xwe bidin û em ê mucadeleya xwe bidomînin.Şaredarî çêrgeha me ji Fransewiyan re bi 50 trîlyonê firotiye.”(ÎLKHA)














































 

 


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.