“Şehîd kesê ku qelbên wan bi mizgeftan ve girêdayîne”

“Şehîd kesê ku qelbên wan bi mizgeftan ve girêdayîne”

Ji ber munasebeta meha şehadetê ji teref Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustezafan ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin qelbê şehîdan girêdayiye mizgeftan e ku taybetiya herî mezin a şehîdan ev e.

Ji ber munasebeta meha şehadetê ji teref Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustezafan ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin qelbê şehîdan girêdayiye mizgeftan e ku taybetiya herî mezin a şehîdan ev e û şehadet jî meqama herî mezin e.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin  ji bona meqama şehadetê fedakariyên mezin pêwîst in û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Xezîneya herî mezin a însan bedena wî ye. Bedena ku ji mal bi qedr û qiymettir e û di rêya Xwedê de fedakirina wî bedenî bi heman awayî karekî  pîroz û bi qedr û qiymet e. Em  dikin têkevin mehekî ku di rêya Xwedê de bi dûstura ‘Ev doz, dozeke mezin e, pêwîst e  ku em  herî ezîzên xwe di oxira vê dozê de feda bikin’ can hatine fedakirin. Exlebeyê rêberên hareketên Îslamî û mêrxasên ku navên wan di dîrokê de hatine nivîsîn di vê mehê de canên xwe firotin Xwedê.Wek Hasan El-Benna, Atifên Îskîlîpî, Abbas Musavî, Malcom X, Şêx Zekî û kesên mîna van.”

Di berdewama daxuyaniya ku hat dayîn de bal hat kişandin li ser ayeta 23emîn a Surêta Ahzabê û hat diyarkirin Şehîd kesê ku qelbên wan bi mizgeftan ve girêdayîne û wiha dawî li axavtinê hat anîn: “Divê li gor îmkan û derfetan di rêya Xwedê de înfak werin dayîn û divê em exlebeyê wextê xwe di mizgeftan de derbas bikin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.