Şehîd Metîn Yuksel li ser gora wî hat bibîranîn

Şehîd Metîn Yuksel li ser gora wî hat bibîranîn

Serokê Bajarê Stenbolê ya HUDA PARê û lijneya pê re Şehîd Metîn Yuksel li ser gora wî bibîr anîn.

Şehîd Metîn Yukselê ku di 23yê Sibata 1979an de di hewşa Mizgefta Fatîhê de hatibû şehîd kirin li Stenbolê ji teref Serokê Bajarê Stenbolê ya HUDA PARê û lijneya pê re ve li ser gora wî hat bibîranîn.

Bernameya ku ji bo Şehîd Metîn Yuksel hatibû lidarxistin Serokê Bajarê Stenbolê ya HUDA PARê Erdal Elîbuyuk, alîkarên serokê û lijneyekê ji şaxa pîrekan beşdarê bernamê bûn.

Bername, di Mizgefta Mihrîmah Sultanê ya Fatîh Edîrne Kapiyê de piştî nimêja ‘esrê li ser gora Şehîd Metîn Yukselî hat lidarxistin. Bername bi tîlaweta Qur’anê despê kir. Her wiha Erdal Elîbuyuk kulîlk danî li ser gora Şehîdî.

Jiyana xwe hertim gor Îslamê domand

Elîbuyuk li ser goristanê di derbarê şehîdî de axavtinekê kir.Elîbuyuk di axavtina xwe de wiha diyar kir: “ Şehîd Metîn Yuksel tu cûdatî nedixist navbera; milet, erdnîgar û nasnameyan. Ew ji bo Îslamê mêrxas û şerwan bû.”

Şehîd Metîn Yuksel di 17ê Tîrmeha sala 1958an de li Bedlîsê hatiye dine. NavÊ bavê wî Mela Sadreddîn e. Şehîd di 26ê Cotmeha 1977an de bi 2 hevalên xwe re li ber Amadehiya Daruşşafaqê ji teref çepgiran ve êrîş li wan tê kirin. 2 sal piştî vê yekê di 23yê Sibata 1979an de di hewşa Mizgefta Fatîhê de ji teref nîjadperestan vê tê şehîdkirin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.