Şehîd Muhammed Nur bi xebatên xwe yên Îslamî kufrê aciz kiribû

Şehîd Muhammed Nur bi xebatên xwe yên Îslamî kufrê aciz kiribû

Ji ser şehadeta Muhammed Nur Gîzlîyê ku di salên 1990î yên ku wê demê plan û projeyên ku ji bona mirovan ji dînên wan dûrbixin dihatin kirin de bi micadeleya xwe kufrê aciz kiribû 30 sal derbas bûn.

Muhammed Nur Gîzlîyê ku li gundê Qubika ku girêdayê navçeya Çinara Dîyarbekire xebatên Îslamî dikir û ji ber vê yekê ji teref PKK yê ku xeyn ji xwe tu kesî qebûl nedikir ve hatibû hedefgirtin, di tarîxa 8ê Tebaxê sala 1992yan de dema ku bi tevî hevalên xwe şîvê dixwar di encama êrîşê de bi 14 guleyên ku li bedenê wî ketin şehîd bû.

Muhammed Nur Gîzlî di sala 1952yan de hat dinyayê, di sala 1987an de beşdarê de’wa Îslamê bû û li herêma Qerejdaxê mal bi mal dest bi xebatên dewetê kir. Gîzlî, bi tevî xebatên xwe ji gelek mirovan re bû sedema hîdayetê, ji ber vê yekê ji teref PKKyê ku wî ji xwe re kiribû hedef ve dihat tehdîtkirin.

Şahidên ku qala zilma PKKê ku wê demê li herêmê dikir kirin, qala exlaqê xweşik û fedakarîyên Muhammed Nur yê ji bona de’wa xwe dikir jî kirin.

“Şehîd micadeleya Îslamê bi fedekaranî li hemû gundên derdorê digerîya û qal dikir”

Mustafa Aydogduyê pismamê şehîd got ku ew bi hev dû re şivantîyê kirine, “Piştî ku çûbû alîyê rojavayê welat xebitîbû û hatibû ji me re weha digot, ‘kes tuneye ku em bi hev re Îslamê ji mirovan re qal bikin’ ji bona ku qala Îslamê bike her şev li malekî bû û li wê derê sohbetê dikir. Mala wî li Qubikê bû, li Dîyarbekir penêran difiroşt. Ew dema ku li dikanê bû bi tevî hevalên xwe sohbetê dikirin û xwarinê dixwerin ji pişt ve tênê û gule berê wî didin û bi wê şeklê wî şehîd dikin. Ji xwe hevalên wî ji wî re gotibûn ‘neyê bajêr’ ew jî ji wan re bersiv dabû û gotibû ku ‘êdî ez ê neymê’. Ji xwe roja ku vê bersivê ji wan re dabû şehîd ket.”

Mehmet Salîh Gîzlî jî qala xebatên birê xwe kir û weha got, “Ew Îslamê di salên 1987an de pêşî ji malbatên xwe û eqrebeyên xwe re, dû re jî ji gundîyan re qal dikir. Bi micadeleya wî ‘eşîreta Şehînan beşdarê de’wa Îslamê bû.”

Gîzlî qala exlqê xweşik yê şehîd jî kir û weha axivî, “Şehîd yekî gelek mêrxwes bû û di ‘eynî demê de yekî gelek camêr bû jî. Bi şev û roj de’wa Îslamê bi fedekarane dibir gundên dinê û gund bi gund digerîya û qal dikir. Kesên ku wî gohdar dikirin piranîyê gotinên wî qebûl dikirin. Çîmkî di gotinên xwe de jîyana Pêxemberê me û eshabîyên wî, bi hedîsan qal dikir. Daîma ji me re digot ku hûn xwe pêşve bibin û ji de’wa Îslamê re xizmetê bikin. Mixabin piştî şehadeta birê min wan kesên ku xwe dûr didan jî beşdarê de’wa Îslam bûn.” (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.