Şehîdê ku dîwarê Ke’beyê saz kiriye: Şehîd Suleyman
Suleyman Akyuzê ku ji ber nasnameya xwe yê îslamî çendîn car hatiye tehdîtkirin lê bi tû şiklê serê xwe li ber wan netewandiye di 20ê Sibata 1993an de piştî nimêja sibe dema ku dikana xwe vedike tê şehîd kirin.
Dema ku dîrokê 20ê Sibata 1993an da nîşandan PKKyiyan dîsa mezlûmekê ji xwe re hedef girtin. Li Mêrsînê ji ber jiyana xwe ya Îslamî Suleyman Akyuz çendîn bar ji teref PKKyiyan ve hat tehdîtkirin. Li di gel vê yekê Suleyman Akyuz serê xwe li ber wan netewand. Akyuz rojekê piştî nimêja sibe dema ku hewl dide dikana xwe veke ji teref PKKyiyan ve tê şehîdkirin.
PKK,kesên ku wek wê nafikire çawa ku îro mislimanan ji xwe re hedef girtiye doh jî PKK, mislimanan ji xwe re kiribû hedef.
Suleyman Akyuz jî ji wan kesan yek e ku di salên 90an de bi berika PKKê hat şehîdkirin. Akyuzê ku 23 sal berê hatibû şehîd kirin ji teref heskiriyên wî ve hat bibîranîn. Halîl Akyuz, jiyana bavê xwe wiha ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) re anî ziman.
Halîl Akyuzê lawê Suleyman Akyuzê diyar kir ku bavê wî di sala 1949an de di Gundê Deywana Kerborana Mêrdînê de hatiye dinê. Her wiha lawê şehîdî destnîşan kir ku bavê wî di sala 1980an de bi malbata xwe re çûye Mêrsînê.
Li Gundê Deywana Kerborana Mêrdînê hat dinê
Akyuz diyar kir pêşiya ku neçûbûn Mêrsînê ji bo ku bavê wî di înşeatê de bixebite tim û tim diçû Herêma Behra Sipî. Dûvre law axavtina xwe wiha domand: “Bavê min di sala 1919an de li Gundê Deywanê ya girêdayê Midyada Mêrdînê ya ku girêdayê Kerboranê de ye hat dinê. Dema ku bavê min 24 salî bûye bi dayîka min re zewiciye. Piştî ku zewiciye dûbare xebata xwe yê înşeatê li Herêma Behra Sipî domandiye. Em di sala 1980an de çûn Mêrsînê û li wir em bi bazirgantiyê re meşxûl bûn. Dûvre bavê min ji bo demekê kurt çû Qibrîsê. Bavê min jiyana xwe yê ticaretê li wir domand.”
Ji ber hezkrina Ke’beyê çû Mekê
Akyuz diyar kir piştî ku bavê wî ji Qibrîsê vegeraye di sala 1991an de wek karger çûye Siûdê. Her wiha Akuzum diyar kir ku bavê wî bes ji bo dîtina Ke’bê çûye Mekê.
Akuzum destnîşan kir ku bavê wî jî wek her kes xwestiye biçe Mekke û Medînê. Ji ber vê yekê çûye Erebistanê. Lê ji wextê edakirina Hecê re dema ku mehekê maye ji ber ku nexweş ketiye mecbûr maye ku dagere Mêrsînê. Ji ber ku nekariye edakirina Hecê pêk bîne pir xemgîn bûye.
“Nêzê 11 mehan dîwerên Ke’beyê ya derve restore kiriye”
Halîl Akyuz, axavtina di derbarê bavê xwe dê wiha domand: “Dema ku ew çûye Siûdê wî gotiye ez ji bo Heccê diçim wir. Di wê hengâme de bavê min 11 meh di xebata înşaeta dîwerên Ke’bê de xebitiye. Di dawiya 11 mehan de dema ku ji wextê Hecê re mehekê dimîne nexweş dikeve û emeliyat dibe. Piştî emeliyatê mecbûr dimîne vedigere Mêrsînê. Dema ku bavê min emeliyat dibe ew cemaetê nas dike. Piştî vê yekê dikanekê nêzê mala me vedike. Di vê wextê de dema ku rêxistin dibîhîse bavê min cemaetê nas kiriye PKK wî tehdît dike. Lê bavê min ji ber ku xwedî nasnameya îslamî bûye li ber wan serî netewandiye.”
“Bavê min tu wext serî li ber PKKê netewand”
Aktuz destnîşankir ku bavê wî di sala 1992an de dema ku di cemaetê de dest bi xebata Îslamî dike PKK wî her tim tehdit kiriye. Lê di gel vê yekê bavê min qet li ber wan serî netewandiye. Dûvre Akyuz axavtina xwe wiha domand: “Wî tu wext serê xwe li ber PKKê netewand. Di sala 1992yan de PKKê molotof avêtin nav dikana wî. Dema ku bavê min cemaetê nas kir PKKê wî tehdit kir. Ji ber ku bavê min serî li ber wan netewand PKKê dikana wî şewitand. Di wê çaxê de jî geh geh derebe dihatin asêkirin. Dixwestin ku dikana bavê min jî asê bikin. Lê bavê min ji wan re wek bersiv: ‘Ez gotina rêxistina ku zilm li gelê xwe dike nakim. Min gor gotinên we nekir.’ Ev dihatin û ji bavê min re digotin dê em dikana te bişewitînin. Bavê min jî ji wan re digot ez serî li ber zilmên we natewînim.”
“Ew ji teref xizmên xwe ve pir dihat hezkirin”
Akyuz diayr kir ji ber ku exlaqê bavê wî pir xweş bû ji teref xizmên xwe ve pirr dihat hezkirin. Dûvre law di derbarê bavê xwe de wiha axivî: “Her tim dibêjin ku bavê min di piçûkiya xwe de jî ehlê îbadetê bûye. Beriya nasîna bavê min ya bi cemaetê re jî bavê min hewl daye ku nimêja xwe bike û her wiha haj ji helalî û heramiyê jî hebûye. Bavê min heqê sêwiyan dida wan û alîkariya gelê feqîr dikir. Bi derdên kesên hawîrdor bi derd dibû. Yanê ji teref kesên hawîrdor ve pirr dihat hezkirin. Xelkê gund wî pirr hezdikirin.”
“PKK, heke hun biçin cem Suleyman dê em we bikujin”
Akyuz belav kir bavê wî ji teref xizmên PKKyiyan ve gelek dihat hezkirin. Ji ber vê yekê PKKê hertim bavê wî tehdît dikir. Dûvre Akyuz axavtina xwe wiha domand: “PKK digot gel heke hun biçin cem Silêman dê em we bikujin.” û wî tehdît dikirin. Dema ku dayika min ji mal derdiket derve dayîka min ji teref xizmên wê ve dihat îqaz kirin.”
Akyuz axavtina xwe wiha domand: “Dema ku PKK wiha dest bi tehdîtkirina bavê min kir hezkiriyên bavê min wek dayîka min jê re gotin ‘Hinekê ji wan dûr bisekine. Tu dibînî kû te tehdît dikin.’ Bavê min jî wek bersiv ‘Tu wext ez dê ji wan dûr neminim. Ez ji doza xwe dev bernadim û serî li ber wan natewînim.’ Rojekê jî dema ku dayîka min wî îqaz kir wî jî wek bersiv wiha axivî, ‘Tiştên ku Xwedê Teala gotiye dê bibe. Tiştên ku ew dibêjin ji xwe daxwaziya me ye. Ji ber vê yekê hun çima ditirsin?”
“Ez dixwezim ku bibim şehîd”
Akyuz diyar kir ku bavê wî di 20ê Sibata 1993an de piştî nimêja sibe dema ku dikana xwe vedikir ji teref 2 PKKyiyan ve hat şehîd kirin. Dûvre Akuzum wiha pê de çû: “Bavê min her tim nimêja xwe dikir û aşiqê şehadete bû. Heta dema ku xizmên wî, wî îqaz dikirin wî wek bersiv wiha digot ‘Ez dixwezim ku bibim şehîd. Qey hun naxwezin ku ez bibim şehîd?” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.