Şehîdên Amedê Hat Bıbîranîn

Şehîdên Amedê Hat Bıbîranîn

Şehîd Tûran Yavaş, Yasin Börü, Hüseyin Dakak, Hasan Gökgöz, Riyad Güneş û Cumali Güneş di heyama ku qoştê qurbana li malbatên feqîr û muxtac belav dikir de jı teref çeteyên PKK-HDPê ve di rojên ‘îda qurbanê de bi wehşîyane hatin qetilkirin.

Di roja 40ê şehadeta van nûciwanên Kurdîstanê de, ji teref Cemîyeta Mûstez’efan a şaxa Amedê ve li ser mezerê van bernameya bibîranînê hat li dar xistin.

Xelkê herêmê ‘eleqeyek mezin nîşanî bernameya bibîranîna şehîdan dan û siq siq tekbîr û di lehê cemaata Hîzbûllah de slogan hatin avêtin.

Bername bi xwendina Qur’ana Kerîm dest pêkir. Nivîskar û lêkolîner mûhterem Cengîz Aydin xeberdaneke kin kir.

Dûre ji endamên damezrîner yê Huda Parê muhterem Vedat Tûrgût, di bernameyê de axivî.

Tûrgût, îfade kir ku divê tucar me şehîd ji bîr nekirine û em qet jibîr nakin.

Cenabê Vedat Tûrgût weha got: “Di dîrokê de çawa me Hz. Huseyîn ji bîrnekirîye, em van şehîdên xwe jî ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. êdî îro li pişta mezlûma huda par heye.”

Tûrgût tewr û bêdengîya rayedaran ya li dijî şehadeta nûciwanan jî rexne kir û tepkî nîşanda.

Muhterem Vedat Tûrgût di bernameyê de gazî rayedarên BDPê jî kir û weha got: “Ev xelkê mezlûm, wê hesabê vê wehşetê ji we bipirse.”

Bernameya ku bi hêsrê çava didoman, ji zarê mela Kerbela Şanli ve bi xwendina dûayê bi dawî bû.

    BANGAHEQ

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.