Şehîdên Kanîreşê dê bên bibîranîn

Şehîdên Kanîreşê dê bên bibîranîn

DİYARBEKİR - Şehîd Cengîz Tîryakî û Şehîd Fethî Yalçinê ku li Kanîreşa Çewlîgê ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin dê ji teref Platforma Karwana Şehîdan ve bên bibîranîn.

Hat ragihandin Şehîd Cengîz Tîryakî û Şehîd  Fethî Yalçinê ku li Kanîreşa Çewlîgê di  6-8ê Cotmehê de ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin dê ji teref Platforma  Karwanê Şehîdan ve di 22ê Cotmehê bên bibîranîn.

Di derbarê mijarê de Serokê Platforma Kerwanê Şehîdan Omer Çelîk destnîşan kir di êrîşên 6-8ê Cotmehê de êrîşî birayên me kirin û wan şehîd kirin.Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji ber ku birayên me şehîd ketine xemê naxwin, em vê yekê bi serbilindî tînin ziman.Em bawer dikin xwîna van şehîdan lîstika wan dehaqan xera kir.Piştî vê qetlîamê PKK û terefdarên wî rûyê rehetiyê nedîtin û dê nebînin jî bi izna Xwedê.Ji ber vê minasebetê  em ê li Kanîreşê di 22ê Cotmehê de şehîdên xwe bi bernameyekê bi bîr bînin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.