Şehîdên Qerejdağê hatın yâd kırın
Lı Qerejdağê, 10 gundıyên jı qalığ, Gokwêrîn, Herrîk û Kanîpankê, dı meha remezana 1994an de, bı mayına pkkê hatıbûn qetılkırın. Xelkê Qerejdağê şehîdên mayınê bı rehmet û hesret yâd kırın.
Gundê Qerejdağê, bi sedem endîşeyên xwe yên Îslamî, serî li ber zulm û zordarîya PKKê ne tewandin, û li pey dozên wanê zengar neçûn. Destana mucadeleya gundên Qerejdağê, ji armanca ku PKKê dixwest bighêjê re bû dîwarekî herî sağlem, ji lewma PKK ya neyarê Îslamê, negihaştın emelê xwe yên qrêj.
Lê belê, ji bo desteka lojîstîk bi dest bixin û keç û xortan derxin çîyê, zulma xwe li ser herêma Qerejdağ zêde kirin. Kesên ku xwedî namûs û şeref, wek wan nekir û serî li ber wan rakirin jî, hatin qetil kirin, bi bombe û mayinên qellêşî, bedenê wan ji hev perçe perçe kirin.
Di gelek kemînên wanê qellêşî û nemerdî de, muslumanên weka: Mûhemmed Nûr, Muhsîn, Mela Hemdûllah, Selaheddîn, Ahmed, Husnu, Tewfîq, Hemze, Îhsan û Yuksel şehîd kirin û tu zulm û zordarî nema ku li wan nekirin.
Şehîdên mayinê, sibeha şeva leyletulqedrê, ji bo karûbarê îda remezanê, bi otobosa gund diçûn Diyarbekirê.
Di nav wan de jin û zarok û êxtiyar jî, wek 50 kes di wesayîte de hebûn. Gava ku otobosê pêl mayina Pkkê dikir, 10 misluman dihatin qetilkirin. Ji wan 2 heb zarokên 12 salî bûn. Wek 40 kes jî birîndar bûn.
Navê vêya jî, tenê qellêşî û namerdîye.
Di salvegera vê qetlîamê de, xelkê Qerejdağê careke din şehîdên Îslamê bi rehmet bibîranîn.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.