Serîyê wê ewrewî, rûbarê wê jiyan e: Li Çiyayê Agiriyê şahiyeke dîtbarî

Serîyê wê ewrewî, rûbarê wê jiyan e: Li Çiyayê Agiriyê şahiyeke dîtbarî

Çiyayê Agiriyê ku wekî banê tê zanîn, di her werzî (demsalê) de pêşkêşkirina bedewiyeke cûda ji bo hezkiriyên xwezayê û çiyageran re didomîne.

Çiyayê Agiriyê ku bi rawestana xwe ya bi heybet, bi efsaneyên xwe û bi qebareya xwe ya mezin her sal pêşwaziya bi hezaran tûrîstên xumalî û biyanî dike, van rojan bi dîmena xwe ya bêhempa ku hemû rengên xwezayê bi hev re pêşkêş dike, mirovan bandor dike. Çiya, çiyagerên ku hildikişin lûtkeya wî û evîndarên xwezayê heyranî xwe dihêle.

Geliyên kesk û rûbarên ku bi xurexur diherikin

Çiyagerên ku ber bi Çiyayê Agiriyê ve hildikişin, herî pêşî geliyên kesk ên bêsînor ku li bintara çiyê dirêj dibin pêşwaziya wan dikin. Dengê rûbarên ku bi ava helîna berfê xwedî dibin û bi xurexur diherikin, tevlî dengê fîtika çûkan dibe û hinekî jî be westandina çiyageran bi wan dide bîrkirin.

Keriyên mîh û bizinan ên ku li zozanên kûr ên ku bi şiyarbûna xwezayê re ketine nav her rengê kesk de diçêrin, helwesta herî paqij a jiyana kevneşopî ya zozanan a li herêmê nîşan didin.

Li bilindahiya 3200 metreyî geşta bi raz û nepenî: Ewran di bin lingan de ne

Dema mirov digihîje bilindahiya 3200 metreyî ku ev der yek ji xalên herî krîtîk ên rêgeha hildikişînê ye, dîmen bi tevahî diguhere. Cihê hewaya germ û tavî ya li jêr, ji nişka ve dikeve destê qateke mij û dûmana gur.

Di wan kêliyên ku di kamerayan de hatine tomarkirin de; pêlên mijê yên ku mîna tûrekî (têlekî) li dorûbera kendalên tûj ên çiyê dipêçin û komên ewran ên dêwasa ku li lûtkeyê kom bûne, hema bêje hestekî wisa dide çiyageran ku qey di nav ezmên de dimeşin.

"Em hemû rûyên xwezayê di heman demê de dijîn"

Çiyagerên ku serdana herêmê kirin diyar kirin ku ew li her metreyeke Çiyayê Agiriyê bi avhewayeke (îklîmeke) cûda re rû bi rû dimînin û van îfadeyan bi kar anîn: "Gava em li jêr keskahiya biharê û rûbarên ku bi coş diherikin temaşe dikin, li bilindahiya 3200 metreyî di nav mij û ewran de winda dibin. Komên ewran ên li ser lûtkeyê jî îsbata wê yekê ne ku ev der ecêbeke rastîn a xwezayê ye."

Dîmenên seyrangehê li benda mêhvanên xwe ne

Çiyayê Agiriyê, bi vê hevdijî û tevahiya (kontrasta) ku pêşkêş dike (zozanên kesk û lûtkeyên bi berf û mij), hem ji bo kesên ku bi werzişa çiyageriyê re mijûl dibin hem jî ji bo wênekêşên profesyonel ên ku tenê dixwazin vê dîmena bêhempa wêne bikin, tam şahiyeke dîtbarî soz dide. Ewran ku li ser lûtkeya çiyê kom bûne û jiyana biaram a li bintara wî, hêz û zerafeta xwezayê careke din nîşanî mirovan didin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.