Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa Hesekê şermezar kir
Serokatiya Herêma Kurdistan êrişa ku êvara roja înê li Hesekê hatibû lidarxistan şermezar kir û ji malbatan re Serxweşî hat xwestin.
Roja înêya derbasbûyî li taxa Muftî ya bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di nav komên ku ji bo Newrozê civîya bibûn de, êrîşa xwe kujî hatibû lidarxistin û di êrişîde 35 kes hatibû kuştin û ji zêdetirê sedan kes jî birîndar bibûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ev êriş bi zimanekî tundî li ser malpera fermî şermezar kir. Di daxuyanîyê de hat gotin ku ev êriş, rêzên gelê Kurdistanê li beranber dijminan bihêztir û yekgirtîtir dike.
Di daxuyaniya serokatiyê de hat bibîrxistin û wiha hat ifade kirin: Newroza hemwelatiyên li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û li encama dû teqînan de hejmarekî zêdeyê hemwelatiyan şehîd û birîndar bûn.
Daxuyanîya serokatiyê wiha dom kir: Di demek da ku gelek bi tundî vê kirdara terorîstên dirinde şermezar dikin, radigihînîn ku tawanên bi vî awayî ya terorîstên dirinde îradeya gelê Kurdistanê ya rûbirûbûna terorîstan û dijminên mirovayetiyê bihêztir dike û rêzên gelê Kurdistanê li beranber dijminan bihêztir û yekgirtîtir dike.
daxuyanî wiha bi dawi hat: Serxweşiyê li malbat û kesukarên şehîdên vê rûdawa diltezîn dikin û hêviya başbûneke bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn. Ji bo xuşk û birayên me yên li Rojava û Hesekê dûpat dikin ku bi hemû şiyanek ve palpiştê wanîn û amadeyê hemû cûre hevkarî û yarmetîdanêyîn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.