Serokê Bajêr ê Diyarbekirê ê HÜDA PARê Zeynul Abidîn Gulsever: Divê ji weliyan pereyê qeydê neyê xwestin

Serokê Bajêr ê Diyarbekirê ê HÜDA PARê Zeynul Abidîn Gulsever: Divê ji weliyan pereyê qeydê neyê xwestin

Serokê Bajêr ê Diyarbekirê ê HÜDA PARê Zeynul Abidîn Gülsever diyar kir ku beriya sala perwerde û hînkirinê ya 2026-2027an di hin dibistanan de li ser navê "pereyê qeydê" gilî û gazinc hene û bang kir ku ev mijar bête lêkolînkirin.

Serokê Bajêr ê Diyarbekirê ê HÜDA PARê Zeynul Abidîn Gülsever bal kişand ser rêzikên di giştînameya ku beriya sala perwerde û hînkirinê ji aliyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve hat weşandin de ku dibêje di dibistanan de divê pereyê qeydê neyê sitandin, û îfade kir ku tevî vê yekê îddîayên ku ji weliyan pere tê xwestin nayên qebûlkin.

Gülsever diyar kir di serdemeke ku zehmetiyên aborî welatiyan tengjî dihelin de divê malbat ji bo qeydkirina zarokên xwe yên li dibistanê bi barekî darayî yê zêde re rû bi rû neyên hiştin û got: "Divê dayik an bavekî ku zarokê xwe dişîne dibistana dewletê bi fikarên mîna 'Gelo ev dibistan çiqas pereyê qeydê dixwaze?' nejî. Dibistanên dewletê, xizmeteke giştî ne ku ji aliyê dewletê ve tên pêşkêşkirin."

"Heke hewcedariya dibistanê hebe, çareserî ne daxwaza pereyan a ji weliyan e"

Gülsever ê ku diyar kir dibe ku hewcedariyên cûrbecûr yên dibistanan heben û divê ev hewcedarî bêne dabînkirin, destnîşan kir ku divê rêveberên dibistanan jî di bin gumanê de neyên hiştin.

Gülsever van îfadeyan bi kar anî: "Zahir e ku dibe ku hewcedarî û kêmasiyên dibistanên me heben. Lêbelê rêya peydakirina van hewcedariyan ne daxwazkirina pereyê qeydê ye ji weliyan. Divê hewcedarî ji aliyê saziyên peywendîdar ve bêne tespîtkirin û çavkaniyên pêwîst bêne peydakirin. Li vir armanca me ne ew e ku em rêveberên xwe yên dibistanê di bin gumanê de bihêlin, armanca me ew e ku em rê li ber mexdûriyeta weliyên xwe bigirin."

"Divê sepandin di hemû dibistanan de bi awayekî wekhev bête kontrolkirin"

Gülsever ê ku binxêz kir divê gilî û gazincên derbarê daxwazkirina pereyê qeydê yên li dibistanên Diyarbekirê ji aliyê saziyên peywendîdar ve bêne lêkolînkirin, bang kir ku sepandin di hemû dibistanan de bi heman awayî bête kontrolkirin.

Gülsever wiha axivî: "Hêviya me ji rayedaran ew e ku îddîayên bi vê rengî yên li Diyarbekirê bi baldarî lêkolîn bikin, rê li ber daxwazkirina her perê ya li ser navê pereyê qeydê ku ji weliyan tê xwestin bigirin û ewle bikin ku rêzikên ku ji aliyê Wezaretê ve hatine diyarkirin di hemû dibistanan de bi awayekî wekhev û çalak bêne sepandin."

Gülsever ê ku bal kişand ser giringiya wekheviya derfetan a di perwerdehiyê de jî, diyar kir rewşa wan a aborî çawa dibe bila bibe divê her zarok bi awayekî wekhev ji mafê perwerdehiyê sûd werbigire û li gotinên xwe zêde kir ku divê malbat di pêvajoya perwerdehiyê de bi barên darayî yên zêde re rû bi rû neyên hiştin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.