Serokê Giştî yê HUDA PARê çû Xanikê

Serokê Giştî yê HUDA PARê çû Xanikê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Hûseyîn Yilmaz beşdarî şîna endamên HUDA PARê yên ku ji teref HDPyîyan ve hatibûn qetilkirin bû.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Hûseyîn Yilmaz digel Serokê Bajêr a Diyarbekirê Şeyhmuz Tanrikulu û digel bi heyete xwe re çûne şîna Mehmet Şerîf Şîmşer û Abdulcelîl Talayhan ên ku  ji teref HDPyîyan ve  hatibûn qetil kirin.

Piştî xwendina Qur’ana  Mela Kerbela Şanli Hûseyîn Yilmaz axavtinek kir.

Yilmaz di derbarê qetilkirina her 2 endamên HUDA PARê de wiha got: “ Birayên me nemerdane û qelaşane şehîd kirin.Em ji Rebbê xwe hêvî dikin ku mezlûmtîya wan bi izna Xwedê bibe wesîleya hişyarîya vî miletî, bila bibe wesîleya vekirina çavên xafilan.”

Yilmaz axavtina xwe wiha domand: “Dixwazin Kurdistanê têxin mîna gola xwînê. Li Kurdistanê komek heye ku ji şeytana re tu karî naberde. Ev kom fitn û fesadîyê hilgirtîye li ser milên xwe. Ev kom qet naxwaze ku li Kurdistanê aşîtî û aramî hebe, dixwazin ku Kurdistan bibe gola xwînê. Çareserîya vî tiştî hevalbûyîna wan kesên  rast û qencan e.  An ew ê bi rast û qencan re hereket bikin an jî ew ê li pey wan neqencan biçin û bi vî awayî jî e ê bibin mustehaqê cizeya.

Yilmaz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Inşaallah şehîdên me di cenetê de ne. Lê belê yên ku vî zilmî li wan kirine di cehenemê de ne  Xweda yê Teala ji heval û malbatên şehîdan re sebrekî cemîl nesîb bike. Rebbê min şehadeta wan qebûl bike.

Heyeta HUDA PARê piştî ku zarokên şehîd Mehmet Şerîf Şîmşek û Abdûlcelîl Talayahan ziyaret kir re ji gund veqetîyan. (İLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.