Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, li Bûrsayê dikandaran zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, li Bûrsayê dikandaran zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi tevî lijneya bi wî re li navçeya Osmangazîya Bûrsayê dikandarên çarşîya girtî zîyaret kirin û pirsgirêkên wan gohdar kir.

Yapiciogluyê ku ji bona çend zîyaretan hat Bûrsayê; bi lijneyeke ku bi alîkarên serokê giştî ve pêktênê dikandaran zîyaret kir.

Yapiciogluyê ku bi dikandaran re hebo hebo eleqeyê nîşan da, pirsgirêkên wan gohdar kir û da nivîsandin. Di zîyaretên ku serê ewil pirsgirêka zêdebûna kirê hat gotin de, dikandar ji zêdebûna kura aboryê jî derdan gotin.

Di zîyaretan de Yapicioglu bi welatîyan re jî sohbetan kir û pirsgirêkên wan jî gohdar kir. Bi taybetî mirovên emekdaran diyar kirin ku ew ji ber meaşên xwe yên kêm gelek zehmetîyan dikşînin.

Yapicioglu û lijneya bi wî re ku dikandaran zîyaret kirin, derbasî Serokatîya Bajara Bûrsayê ya HUDA PARê bûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.