Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li herêma lehîyê zîyaretan kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li herêma lehîyê zîyaretan kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Stenbolê Zekerîya Yapicioglu, doh di seatên êvarê de Stenbola ku ji lehîyê tesîrdar bû zîyaret kir û rewşa afetê di cîhê wî de lêkolîn kir û dûre jî nimêja cenazeya Yildiz Yurtsevena ku canê xwe ji dest dabû kir.

Li Stenbolê felaketa lehîyê tesîrdar bû û gelek xanî û dikan di bin avê de man û zerarê dîtin, 2 kes jî di bûyerê de canê xwe ji dest dan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Stenbolê Zekerîya Yapicioglu, li ser felaketa lehîyê a ku pêk hat zîyaretên xwe yên li Qocaelîyê di nîvî de hêşt û bi tevî alîkarên xwe berê xwe da Stenbolê.

Yapicioglu, dema ku gihaşt Stenbolê serê ewil Nexweşxaneya Çam û Sakûrayê zîyaret kir û li wê derê jî ji Serhekîm Prof. Dr. Nurettîn Yiyit agahîyan stand. Yîyît, destnîşan kir ji ber ku qapaxên qenelîzasyonan vebûna hinek av ketîya nav nexweşxaneyê, lê di demeke kurt de wê avê paqijkirine.

Yapicioglu, dûre jî çû sîteyekî ku ji ber lehîyê xanî, dikan û wesayîtên wan zerarê dîtine û şênîyên sîteyê zîyaret kir. Ji şênîyên sîteyê re daxwazîya xwe ya derbasîyê teqdîm kir û derheqê xebatan de agahîyan stand.

Yapicioglu dûre Çarşîya Mobîlyavanên MASKOyê zîyaret kir; li wê derê jî ji dikandaran re derbasîyên xwe teqdîm kir û pirsgirêkên wan gohdar kir, pirsgirêkên wan yê ku gohdar kir jî ji bona ku teslîmê desthilatdaran bike da nivîsandinê.

Herî dawîn Yapicioglu, bi tevî Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya û Walîyê Stenbolê Davut Gûl re ji bo nimêja cenazeya Yildiz Yurtsevena ku di lehîyê canê xwe ji dest dabû çû Mizgefta Hezretî Huseyîn û beşdarî nimêjê bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.