Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bertek nîşanî Rahmî Koç da
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derbarê vîdyoya ku Rahmî Koç li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de diaxive û li ser medyaya civakî rastî nerazîbûnê hat de bertek nîşanî Koç da.
Yapicioglu di posteke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de bi tundî rexne li daxuyaniyên li ser nasnameya Kurd û jinan kir û bertek nîşanî rewşê da.
Yapicioglu di posta xwe de wiha got: "Ez êrîşa hovane ya li ser jin û nasnameya Kurd ku ji hêla vê kesê bêşerm ve wekî henek hatiye veşartin şermezar dikim ku navê wî jî nayê gotin. Vê kirêtîyê careke din nîşan da ku exlaq, edeb û mirovahî tiştên ku bi pereyan nayên kirîn in. Mirovekî dewlemend lê di exlaqê de xizan, ey mirovê bêşerm! Cihê xwe bizanibe û devê xwe bigire da ku kêmasiyên te neyên eşkerekirin, û bila ew kesên ku dixwazin li gorî xuyangê te bifikirin ku tu mirovekî baş î." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.