Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu serokê nû yê Hamasê Xelîl el Heyye pîroz kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di peyamekê de pîrozbahî li Xelîl el-Heyye ku li şûna serokê şehîd Yahya Sînwar ku di pevçûnên êrîşên rejîma siyonîst li ser Xezzeyê de hat kuştin, wekî serokê Buroya Siyasî ya Hamasê hat hilbijartin kir.
Yapicioglu, di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye, gotiye, "Ez birayê xwe Birêz Xelîl el-Heyye ji ber hilbijartina wî wekî serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê, tevgera berxwedanê ya bi heybet a gelê Filistînê ku bi rûmet li hember qirkirin, qetlîam û êrîşên hovane yên ku ji hêla rejîma îşxalker a sîyonîst û piştgirên wê ve li ser axa Filistînê têne kirin, pîroz dikim."
"Ez ji Xwedê re hêviya serkeftinê di vî karî pîroz de dikim"
Yapicioglu diyar kir ku Xelîl el-Heyye yê ku çar kurên wî di vê dozê de wek şehîd ji dest da, wek bavê şehîdan berpirsiyariya rêbertiyê girt ser xwe û wiha got, "Ez ji Xwedê re dua dikim ku Xelîl el-Heyye yê ku mîrateya pîroz a rêberên şehîd ên berîya xwe mîrat girtiye, di vê wezîfeya mezin de ku ew ê ji bo azadkirina Mescîda Eqsayê, rizgarkirina bindestên li Xezzeyê û rizgarkirina tevahî ya axa Filistînê ji îşxalkeran bigire ser xwe, serkeftinê bi dest bixe."
"Ez ji Xwedê lava dikim ku wan rojan di zûtirîn dem de nîşanî me bide"
Yapicioglu baweriya xwe ya xurt anî ziman ku meşaleya berxwedanê, ku bi xwîna rêberên şehîd pêxistî, dê tu carî neyê vemirandin, dê rejîma terorîst a sîyonîst bê guman têk biçe û dê ewladên mêrxas ên Umetê û berxwedanê serkeftinek diyarker bi dest bixin. Wî got, "Tenê meseleya demê ye. Ez ji Xwedê rica dikim ku wan rojan di zûtirîn dem de nîşanî me bide. Bila Xwedayê me yê Mezin vê serdema nû bike wesîle ji bo rizgarî û yekîtîya birayên me yên Filistînî û tevahiya Umeta Îslamî; bila ew bibe alîkar û piştgirê hemî şervanên berxwedanê." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.