Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad: "Kurdistan yek e û divê pirsgirêkên  hemû beşên wê jî girêdayî hev bên dîtin"

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad: "Kurdistan yek e û divê pirsgirêkên hemû beşên wê jî girêdayî hev bên dîtin"

Yên dibêjin bila hema tenê pirsgirêkên parçeyekî bên çareserkirin û yên din me eleqedar nake, xelet e. Ji ber ku Kurdistan yek e û divê pirsgirêkên hemû beşên wê jî girêdayî hev bên dîtin.

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) û namzedê wê partiyê yê Amedê Zekeriya Yapicioglu ragihand, eger pêwîst bike ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re jî rûnên. Yapicioglu her wiha got, DAIŞ fitne ye û divê were sekinandin.
 

Yek ji partiyên Bakurê Kurdistanê ku tevlî hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Tirkiyê dibe, Huda-Par e. Huda-Par, ku partiyeke kurdî-îslamî ye û nû hatiye avakirin, bi namzedên serbixwe û tenê di 9 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de xwe ji bo hilbijartinan amade dike.
 

Li ser rewşa partiyê û xebata wê di hilbijartinan de û hinek mijarên din Namzedê Huda-Parê yê Amedê û Serokê Giştî yê partiyê Zekeriya Yapicioglu bersiva pirsên Rûdawê da.
 

Rûdaw: Hûn dê çawa tevlî hilbijartinan bibin?

Yapicioglu: Emê bi namzedên serbixwe tevlî hilbijartinan bibin. Bi 9 namzedan ji 9 bajaran. Her namzedek dê li cihê ku bûye namzed xebatên xwe yên hilbijartinê bike, belkî hinek namzed li hinek bajaran alîkariya hev jî bikin.
 

Rûdaw: We li kîjan bajaran namzed derxistine?

Amed, Edene, Riha, Mêrdîn, Wan, Şirnex, Bitlîs, Çewlik û Batman.
 

Rûdaw: Kîjan bajar ji bo we ji hemiyan girîngtir e?

Hemû bajarên ku me jê namzed derxistine, girîng in ji bo me.
 

Rûdaw: Silgan û kampanyaya we ya hilbijartinan çiye û çawa ye?

Silogana me ya serekî ev e: “Gotinek me jî heye”
 

Rûdaw: Wateya vê silogan û peyamê çiye?

Ev silogan û peyama me ji bo Kurdistan û Tirkiyê ye. Di parlamentoyê de emê gotina xwe bêjin, emê ji bo aştî, dadperwerî û biratiyê gotina xwe bêjin. Emê wek dijbereya îslamî gotina xwe bêjin. Her wiha li ser mijar û meseleyên din ên li Tirkiye û Kurdistanê jî gellek gotinên me hene.
 

Rûdaw: Eger hûn derbasî parlamentoyê bibin wê demê siyaseta we dê çawa be?

Li parlamentoyê, dijbere tenê ji bo dijîtiya desthilatê bike, dilive. Desthilat jî zêde guh nadê. Li gorî me ev siyaset xelet e. Emê ji tiştê rast re bêjin rast û ji yên xelet re jî bêjin xelet.
 

Rûdaw: Hûnê di hilbijartinan de çiqas deng bînin? Gelo we heta niha ti rapirsiyek li ser rêjeya dengên xwe kiriye?

Li gorî rapirsiya ku me kiriye, dengên me li gorî hilbijartinên 30ê Adara par (hilbijartinên şaredariyan) zêde bûne heta li hinek cihan dengên me du caran zêde bûne.
 

Rûdaw: Hûnê çend parlamenteran bişînin parlamentoyê?

Em hêvîdar in ku beşek mezin ji namzedên me bikarin derbasî parlamentoyê bibin, belkî jî hemû derbas bibin.
 

Rûdaw: Dema hûn çûn parlamentoyê, gelo hûnê sond bixwin?
 

Ew sonda ku li parlamentoyê tê xwarin, sond bi pîvan û rêça Ataturk e. Tenê beşek biçûk ji kesên ku wê sond dixwin pê bawer dikin yên din hemû tenê teksta sondê dixwînin. Ew sond, sonda CHPê ye ji ber wê jî divê were guhertin. Divê sond bi navê Xwedê were xwarin…
 

Rûdaw: Hûn mesela benda %10 a hilbijartinan çawa dibînin?

Benda hilbijartinan îradeya hilbijêr dişkêne ji ber wê jî divê ev bend were rakirin.
 

Rûdaw: Gelo HDP dê bikaribe benda hilbijartinan derbas bike?

Li gorî rewşa niha derbaskirina benda hilbijartinan ji aliyê HDPê ve hêsan nîne. Li gorî hinek rapirsiyan, dengên HDPê di navbera %11-12 de ye, hinek jî dibêjin dê %13 bîne. HDP ji bo ku dengên xwe zêde bike di bin navê Tirkiyeyîbûnê de berê xwe daye çepên tirk, komên LGBT (lezbiyen, gay, bîseksule û transeksule). Ew jî nikarin HDPê rizgar bikin. Li gorî me pir zehmet e HDP bendê derbas bike. Eger bendê derbas neke dê derdora %9 dengan bîne, jixwe gellek kes jî vê dibêjin. Ji bo ku bendê derbas bikin divê tiştekî din jî bikin.
 

Rûdaw: Ew tişt çiye?

Di hilbijartinên serokomariyê de zimanekî nerm bikar anîbûn. Aloziyek pir biçûk jî dê zirarê bide wan. Di hilbijartinên şaredariyan de li wan deverên ku alozî derketibûn, dengê wan kêm bibûn û li cihên ku bi hêminî kar kiribûn dengên wan zêde bibûn. Eger vê carê jî aloziyên derxînin êdî HDP qet nikare bendê derbas bike.
 

Rûdaw: HDP kêmîneyên LGBT derdixe pêş. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Em vê baş nabînin. Li gorî me ew vê yekê bi enqest û ji bo têkdana exlaqê civakê dikin. Pir behsa mafên jinan dikin ev jî ne li ser bingeha niyetek baş e, çimkî bi awayekî jinan bikar tînin…

Dibêjin namûs kabûsa civakê ye. Vê yekê ji bo hilweşandina malbatê dikin, helbet ev jî ji îdeolojiya wan tê. Kurd bi malbat, exlaq û baweriyên xwe ve girêdayî ne. Em di wê baweriyê de ne ku hilbijêrên kurd dê li ser sindoqên dengan van kiryaran ceza bikin.
 

Rûdaw: Di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de, hûn nêzîkî AKPê ne yan jî HDPê?

Em di vê mijarê de zêdetir nêzîkî HDPê he heta AKPê. Çimkî AKP pirsgirêka kurd tenê di danîna çekên PKKê de dibîne. HDP jî dixwaze daxwaziyên xwe yan jî daxwaziyên PKKê mîna daxwaziyên civaka kurd bide qebûlkirin. Ev xelet e. Li gorî me, pirsgirêka kurd heye û temenê wê jî 200 sal e. Çaxê PKK tine bû jî ev pirsgirêk hebû.
 

Rûdaw: Li gorî we pirsgirêka kurd divê çawa were çareserkirin?

Divê zimanê kurdî bibe duyemîn zimanê fermî, ev yek jî divê bê şert û merc were kirin. Em vê jî dibêjin: Sînorên di navbera Kurdistana Tirkiyê û parçeyên din ên Kurdistanê de sînorên destkird in û divê bên rakirin. Ev sînor ji bo parçekirina milletê me hatine kişandin. Çareserkirina pirsgirêkên parçeyekî tenê têrê nake. Yên dibêjin bila hema tenê pirsgirêkên parçeyekî bên çareserkirin û yên din me eleqedar nake, xelet e. Ji ber ku Kurdistan yek e û divê pirsgirêkên hemû beşên wê jî girêdayî hev bên dîtin.
 

Rûdaw: Hûn li dijî projeya Tirkiyeyîbûna HDPê ne?

Em nabêjin em li djiî wê ne yan em piştgirî dikin, ev biryara HDPê ye. Lê em dibêjin, dema HDP xwe partiyeke Tirkiyê dibîne wê çaxê bila nebêje em take nûnera kurdan in.
 

Rûdaw: Dema hûn çûn parlamentoyê û Başûrê Kurdistanê jî serxwebûna xwe ragihand. Helwesta we dê li ser vê bûyerê çi be?

Yekemîn kesê ku pîroz bike dê em bin. Jixwe beriya êrişên DAIŞê jî serxwebûna Kurdistatnê dihat axaftin. Hinek alî li dijî vê yekê bûn û behsa yekparçebûna Iraqê dikirin. Me jî ev digot: Eger Iraq di nav agir de bimîne kurd ne mecbûr in di nav wî agirî de bişewitin. Eger gelê Kurdistanê biryara serxwebûnê dabe wê demê divê her kes hurmeta vê biryarê bigire. Ev mafekî sirûştî ye.
 

Rûdaw: Nêrîn û helwesta we li ser kiryarên DAIŞê çiye?

Dema DAIŞ bi gotina tekbîran çetetiyê dike, ev nayê wateya îslamiyetê. Karê ku DAIŞ dike dijî îslamê ye. Dagîrkirin û kuştina mirovan cîhad nîne. DAIŞ çi îslamî be çi îslamî nebe, fitneyek e di nav civaka îslamî de ji ber wê jî divê were sekinandin.
 

Rûdaw: Eger hûn çûn parlamentoyê, dema dewlet bixwaze li ser pirsgirêka kurd jibilî HDPê bi we re jî rûnê hûn amade ne li ser heman maseyê bi HDPê rûnên?

Mase gulover e, her kes dikare ramanên xwe bîne ziman. Eger pirsgirêkek hebe û me eleqedar bike, ku eleqedar dike, ji bo çareserkirina pirsgirêkê em amade ne bi HDPê re jî rûnên.
 

Portre/ Zekeriya Yapicioglu

Sala 1966ê li bajarê Batmanê hatiye dinê. Qonaxên seretayî, navendî û lîse li Batmanê xwendiye. Sala 1988ê beşa hiqûqê li Zanîngeha Enqerê qedandiye. Yapicioglu roja 30ê Hezîrana 2013ê di kongreya avakirina Huda-Parê de bû serokê giştî yê partiyê. Zewicî ye û 5 zarokên wî hene.

Rûdaw

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.