Serokê HÜDA PARê yê Navçeya Sûrê Medeni Akgül: Tesîsa parzûnkirina ava pîs a DİSKÎyê Çemê Dîcleyê û xelkê derdorê jehrî dike

Serokê HÜDA PARê yê Navçeya Sûrê Medeni Akgül: Tesîsa parzûnkirina ava pîs a DİSKÎyê Çemê Dîcleyê û xelkê derdorê jehrî dike

Serokê Navçeya Sûrê yê HÜDA PARê Medeni Akgül diyar kir ku tesîsa parzûnkirinê ya DİSKÎyê Çemê Dîcleyê pîs dike û li gundê Hecîîsê ku rasterast li kêleka tesîsê ye, bêhna xirab û kelmêşan bandoreke neyînî li jiyanê dikin.

Li gundê Hecîîsê ya bi ser navçeya Sûrê ya Diyarbakırê, qirêjiya li Çemê Dîcleyê, bêhna xirab û kelmêşan dibin sedema berteka welatiyan. Serokê Navçeya Sûrê yê HÜDA PARê Medeni Akgül bala kişand li ser pirsgirêka li taxa ku nêzîkî 500 malî ye û rasterast li kêleka Tesîsa Parzûnkirina Ava Pîs a Biyolojîk a Pêşketî ya DİSKÎyê ye û got ku tesîsa parzûnkirinê bi salan e bi kapasîteya tam û berhemudar naxebite.

Akgül ê ku li gundê Hecîîsê lêkolîn kirin, diyar kir ku Çemê Dîcleyê di demên dawî de ne bi masîyên xwe, bi bêhna xwe ya xirab, kelmêşan û ava xwe ya pîs tê rojevê û daxwaz kir ku rayedar ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin.

"Çemê Dîcleyê jehrê belav dike"

Akgül destnîşan kir ku Çemê Dîcleyê mircana (pêla) herêmê ye û diyar kir ku qirêjiya li çem gihiştiye asteke ciddî û wiha got: "Em niha li gundê Hecîîsê ya ser bi navçeya Sûrê ya Diyarbakırê ne. Em li ber Çemê Dîcleyê ne ku mircana herêma me ye. Mixabin di demên dawî de Çemê Dîcleyê ne bi masîyên xwe; bi bêhnên xwe yên pîs, kelmêşan û ava xwe ya jehrî adeta jehrê belav dike."

Medeni Akgül

"Gundê ku ji 500 malî pêk tê ji ber kelmêşan û bêhnê veguheriye halekî ku nayê rawestandin"

Akgül diyar kir ku sedema qirêjiyê nexebitîna berhemudar a tesîsa parzûnkirinê ye û van îfadeyan bi kar anî: "Sedema vê jî ew e ku tesîsa parzûnkirinê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakırê ve hatibû avakirin mixabin bi salan e bi kapasîteya tam û berhemudar naxebite. Ji ber vê yekê gundê me yê Hecîîsê ku ji 500 malî pêk tê, ji ber kelmêşan û bêhnê veguheriye halekî ku nayê rawestandin."

"Di çem de masî jî neman"

Akgül destnîşan kir ku qirêjî bandorê li jiyana zindiyan a li Çemê Dîcleyê jî dike û wiha axivî: "Wekî din ji ber ava pîs di çem de masî jî neman. Yanî ev der bi tevahî bi jehr, kîmyewî û çopê tije bûye."

"Bila Çemê Dîcleyê dîsa vegere halê xwe yê pak û paqij ê berê"

Akgül bang li rayedaran kir, daxwaz kir ku ev pirsgirêk bê çareserkirin û Çemê Dîcleyê dîsa bibe xwedî halekî paqij û van tiştan tomar kir:

"Rica welatiyên me yên ku li vir dijîn ew e ku rayedar ji vê pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin. Ew dixwazin ku di vê çemî de dîsa masî jiyanê bibînin, mirovan karibin li vir melevaniyê bikin û çem dîsa vegere halê xwe yê berê yê paqij."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.