Serokê Navçeya Hênê yê HÜDA PARê Aziz Demir: Qada çopê ji bo çandiniyê xetereyê çêdike
Serokê Navçeyê yê Hênê yê HÜDA PARê Aziz Demir diyar kir ku Şaredariya Hênê çopên ku ji navenda navçeyê û gunda dicivîne bi awayekî bêkontrol berdide heman qadê û destnîşan kir ku bi taybetî di demê çinînê de çopên ku tên şewitandin xetereyeke cidî çêdike
Li navçeya Hênê ya Diyarbekirê çopên ku ji aliyê ekibên şaredariyê ve ji navenda navçeyê û gunda tên civandin, bo qada ku li nêzîkî Taxa Gürbüzê ye tê valakirin. Qada çopê hem ji ber ku li cihekî bilind e hem jî ji ber ku li nêzîkî qada çandinî û daristanê ye, ji aliyê bûyerên şewatê yên ku dikarin derkevin holê ve xetereyê çêdike.
Serokê Navçeyê ya Hênê yê HÜDA PARê Aziz Demir ê ku bal kişand ser qirêjiya hewayê û xetereyên ku ji ber şewatên di hewza çopê ya navçeyê de derdikevin an jî tên derxistin çêdibin, ji bo girtina tedbîrên pêwîst hişyaryî da rayedarên peywendîdar.
Demir ê ku ji bo pêşîgirtina li van xetere û rîskan pêşniyarên çareseriyê parve kirin, binxêz kir ku divê çop li cihê bilind bêtir li qadeke çuxur bête civandin, ev qada çuxur ji cihên niştecihbûnê û erdên çandiniyê li xaleke dûrtir be û di dema pêwîst de tesîseke parzinandinê bête ava kirin.
"Çopên ku tên şewitandin zirarê didin erdên çandiniyê"
Demir got: "Şaredariya Hênê hemû çopên ku ji navenda navçeyê û taxên gundewarî dicivîne berdide vê qadê. Lêbelê qad bêkontrol e. Bager radibe, werzê çandiniyê ye. Di vê pêvajoyê de carinan bi rabûna bagerê re şewat dikarin derkevin. Bi taybetî Taxa me ya Okurê ku li nêzîkî me ye ji vê qadê bi rengekî cidî aciz bibe. Ji ber ku çopên ku li vir tên şewitandin bi bandora bagerê jî dikarin zararê bide erdên çandiniyê. Divê ev alozî bi awayekî lezgîn bête çareserkirin, tesîsek bête ava kirin û bête kontrolkirin."
Di berdewamiya axaftina xwe de Demir ev îfade bi kar anîn: "Normal de divê ev çop ji bo qadeke çuxur bête hiştin. Dema ku li kesa bilind be bandora bagerê dikare bêtir bibe û dikare zararê bide qadên daristanî û çandiniyê. Divê ji bo vir an tesîsek bête çêkirin an jî li cihê dûrtir li qadeke çuxur bête verêtin. Lê di her mercî de divê bi taybetî di serdemê rekêşê (hasadê) de çopan neşewitînin. Ji ber ku bi awayekî cidî xetereyê çêdike."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.