Serokê Navçeya Pasûrê yê HÜDA PARê Mehmet Sekan Gündüz: Divê pirsgirêka golet û ava vexwarinê bê çareserkirin
Serokê Navçeya Pasûrê yê HÜDA PARê Mehmet Sekan Gündüz, li ser mijarên wekî paqijnebulina Goleta Uzunovayê ya li navçeya Pasûrê ku bi salan e nayê paqijkirin û pirsgirêka ava vexwarinê ya gundê Şêx Hemzê û gundikên wê ku xelkê herêmê mexdûr dike, axivî.
Serokê Navçeya Pasûrê yê HÜDA PARê Mehmet Sekan Gündüz, mijarên wekî çêkirina goleta li gundê Cumarê ya navçeya Pasûra Diyarbekirê ku di salên 1980'yî de hatibû çêkirin û ji ber bêxwedîtiyê nêzîkî 40 sal e ku hatiye astengkirina kar, û xeta ava vexwarinê ya gündê Şêx Hemzê ku bê xistin nav jiyanê xist rojeva xwe. Gündüz anî ziman ku divê pirsgirêkên ku bi salan e li bende ne bêne çareserkirin û bang li meqamên peywendîdar kir.
"Zêdekirina (îhaleya) ku ji bo paqijkirina goletê hatibû kirin çima hat betalkirin?"
Serokê Navçeyê yê HÜDA PARê Gündüz li ser rewşa goleta li gundê Cumarê axivî û got: "Nêzîkî 7-8 hezar welatî ji Goleta Uzunovayê ku di sala 1982'an de hatibû çêkirin feyde (îstîfade) dihewandin. Bi derbasbûna demê re, bi barîna baranan û tijebûna heriyê re niha avê taybetmendiya xwe bi tevahî winda kiriye. Dema me di vê mijarê de bi welatiyan re axivî, wan diyar kir ku ji bo vê goleta ku nêzîkî 40-50 sal e hatine çêkirin di heyama borî de îhale hatiye kirin û paşê hatine betalkirin. Xelkê herêmê dipirse û lêkolîn dike ku çima ev îhale hat betalkirin. Bi rastî me jî meraq kir."

Mehmet Sekan Gündüz
Gündüz van îfadeyan bi kar anî: "Wêkî Serokatiya Navçeyê ya HÜDA PARê, ji bo derbasbûna van tengasiyan em daxwaz dikin ku rayedar di zûtiya demê de balê bikişînin ser van mijaran, ev bendav di zûtiya demê de bê paqijkirin û vegere statuya xwe ya berê. Em ê jî li ser vê yekê bisekinin û bibin peyrewê (takîpkerê) wê. Ji bo paqijkirina vê goletê, ji bo ku gel bi tevahî ji vê goletê feydeyê bibîne û ji bo ku zeviyên li vir dîsa vegerin statuya xwe ya berê, em ê tekoşîna ji destê me tê bimeşînin. Di vê mijarê de çi Parêzgeriya Diyarbekirê, çi Şaredariya Bajarê Mezin, çi jî Qeymeqamtî be, em bang li rayedaran dikin: Ji bo Goleta Cumarê çi pêwîst be bila bê kirin."
"Bîr hat kolan, borî hatin daxistin, pomp jî hatin hiştin lê tu carî av nedan taxê"
Gündüz di derbarê çêkirina xeta ava vexwarinê de jî axivî û got: "Em niha li herêma Derîstanê ya gundê Şêx Hemzê ya navçeya me ya Pasûrê ne. Sedema hatina me ya vir ew e ku nêzîkî 2 hezar nifûsa Taxa gundê Şêx Hemzê û 8 gundikên wê hene. Ev gundik bi salan e ji şaredariyê û DİSKÎ'yê daxwaza avê dikin. Li ser vê daxwazê bîra li vir hat kolan, borî hatin daxistin, pomp jî hatin hiştin lê ji wê rojê heta îro, 8-9 sal e ku hêj av nedane van gundikan û vê taxê. Dema em sedema vê dipirsin, welatî dibêjin ji ber ku bodce (şiyana darayî) nîne an jî hinek hincet hatine nîşandan, heta îro av nedane vê tax û gundikan."

Gündüz bal kişand ser wê yekê ku nikarin fêm bikin ka gundên di navbera çem û goletan de hatiye avakirin çima bêav tê hiştin û van îfadeyan bi kar anî: "Gelê me dipirse; di nav ku ev qas çem, av, rûbar û bîr hene de, Taxa me ya Hamzaliyê ya ku nêzîkî 2 hezar nifûsa wê heye çima bêav e, çima hêj li bende ye? Em ji rayedaran daxwaz dikin ku di zûtiya demê de avê bidin vê nifûsa 2 hezar kesî, jêrxaneya şebekeyê çêbikin û gel bigihîjînin avê. Em rayedaran vedixwînin ser erka wan."
Gündüz azqiya ku di bîra ku sal berê hatiye vekirin de asta avê têra hewcedariya herêmê dike û di berdewamiya axaftina xwe de cih da van îfadeyan:
"Di vê gavê de av heye, asta wê jî bes e. Heke pomp bibe aktîf û rayedar erka pêwîst bi cih bînin, av pir e. Tenê dê pomp bikeve dewrê, elektrîka pêwîst bê girêdan û bi avakirina jêrxaneyê re av bigihîje van welatiyan. Li vir ti pirsgirêk nîne. Bes e ku rayedar dest bavêjin vê yekê, di zûtiya demê de jêrxaneyê temam bikin û dabîn bikin ku av ji gel re bê dayîn. Xelkê taxê di vê mijarê de mexdûr e."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.