Serokên şaredarê bi PKKyiyan re di dêrê de hevdîtin kirin

Serokên şaredarê bi PKKyiyan re di dêrê de hevdîtin kirin

Şahidek diyar ku Hevserokên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê şeva 26ê çileya paşîn li Taxa Lalebeyê ya Sura Diyarbekirê di Dêra Meryem Anayê de bi komekê PKKyiyan re hevdîtin kirine û her wiha şahid bal kişand ku piştî vê hevdîtinê di taxê de ji teref PKKyi

Hat idîa kirin ku di 26ê çileya paşîn de Hevserokên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê li Taxa Lalebeyê Sura Diyarbekirê di Dêra Meryem Anayê de bi komekê PKKyiyan re hevdîtin kirine. Xwediyê vê idîayê Azad E, diyar kir ku piştî vê hevdîtinê di taxê de ji teref PKKyiyan ve berîqet hatine sazkirin û kort hatine vedan.

Azad E, diyar kir ku di 26ê çileya paşîn de di derdora 23.00an de li ber Dêra Meryem Anayê dema ku derbas dibe erebeya meqamê yên Hevserokên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anliyî dibîne. Dûvre Azad E, wê şeve wiha qise kir:

 “Dema ku ez hişyar bûm min li derve kesên çekî û roketî dît”

Azad E, wiha diyar kir: “Min ji yekê yê ku li wir bû pirsî, ‘Çima ev wesayît li vir in?’ ji min re gotin ‘Hevserokên şaredariyê hatine vir.’ Piştî wê şeve dest bi saz kirina berîqet û vedana çalan hat kirin. Heta wê şevê li wir ne çal ne jî berîqet hebûn. Dema ku ez roja din hişyar bûm min dît ku kesên çekî û roketî li derve hene. Piştî vê yekê me hinek eşyayên xwe ragihişt û em ji wir koç bûn.”

Azad E, anî bibîranîn ji ber ku berîqat hatin saz kirin û kort hatin vedan di 9 taxan de de qedexeya derketina derve hat îlankirin û Azad E, destnîşan kir ku di van bûyeran de tiliya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê heye.

 “Kesên ku çekdar bûn 40 roj di dêrê de man”

Azad E, wiha axavtina xwe domand: “Kesên ku çekdar bûn 40 roj di dêrê de man. Lê me nedizaniya. Piştî qedexeya derketina derve di dêrê de cebilxane hat bidest xistin. Heke di van bûyeran de tiliya hevserokên şaredariyê tune çima ew tên dêrê û piştî vê yekê ev bûyer eiqewimin? Heta ku ew nehatin dêrê tu kes destê xwe dirêjê tetikê nekir.”

 “Dema ku bertek ji bo wan tê dayîn xweşê wan nayê”

Azad E, destnîşan kir ku piştî qedexeya derketina derve parlementerê HDPyiyan bi wesayîtên şaredarê mal bi mal dizivirîna û ji bo ku gel malên xwe terk neke hişyarî didan wan. Dûvre Azad E, axavtina xwe wiha domand: “Piştî ku qedexeya derketina derve hat rakirin em çûn ku eşyayê xwe yên din ragihijin. Dema ku em çûn taxê Parlementerên HDPyiyan li wir bûn. Ji bo ku gel mala xwe terk nekin parlementerên HDPê wan îqaz dikirin. Wê çaxê av û ceyran tunebû. Min jî ji parlementeran re bertek nîşan da û min wiha diyar kir ‘Em hemî Kurd in. Ê dimire Kurd e, ê lê dide Kurd û yê direve Kurd e. Gelo di nav me de Tirk heye?’ Parêzkarên wan ji min re bertek nîşandan. Ez jî qeherîm. Min got wan dê hun çi bikin? Dê hun min bikujin?’ Ji ber vê yekê mixtarê taxê devê min asê kir û got min tu bê edebî dikî. Min jî diyar em dema diaxivin dibe bê edebî. Gelo em wek gel çi bikin? Em biçin kû? Em perîşan bûn.”

 “Di vê yekê de îhmalkariya dewletê heye, nexwe çawa wan çekan birine wir”

Azad E, belev kir ku di van bûyeran de îhmalkariya dewletê heye. Dûvre Azad E, axavtina xwe wiha domand: “Di vê yekê de îhmalkariya dewletê heye, nexwe çawa wan çekan birine wir. Dema ku em dikevin navçeyê em nikarin kêrekî bi xwe re bibin hindir. Ji bo ku têkevin Surê lê gel lêgerîn tê kirin. Di vê 2 salê de di pêvajoyê de wan çi kir dewletê dengê xwe ji wan re dernexist.”

Cebilxaneya ku li Dêrê hat dîtin

Şahidekê din yê ku nexwest navê xwe bide jî wiha axivî: “Ew roj dihat gotin ku di nabeyna dewlet û PKKê peyman hatibû dayîn. Gor peymanê, dê PKKyî çekên xwe danîna nav dêrê. Dewlet jî dê ji bo derbasbûnê qorîdor vekirbana. Dûvre hat diyar kirin ku di dêrê de cebilxane hatiye dîtin.”

Di taxên ku qedexeya derketina derve tunebû PKKyiyan çal vedan û berîqet saz kirin. Ji ber vê yekê qedexeya derketina hatibû berfireh kirin. (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.