Serokwezîr Davutoglu dê were Sûrê
DİYARBEKİR - Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo tehqîqatê dê were navçeya Sûra Diyarbekirê.
Hat ragihandin ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu dê ji bo tehqîqatê were navçeya Sûra Diyarbekiê ya ku qedexeya derketina derve li wir didome. Her wiha hat diyarkirin ku Davutoglu dê nimêja înê di Mizgefta Mezin a Diyarbekirê de eda bike.
Her wiha hat destnîşankirin ku Davutoglu dê di derbarê geşedanî û xebatên li herêmê de nirxandin bike.
Hat ragihandin ku texrîbatên mizgeftên Kurşunlu, Hazretî Suleyman, Arap Şêx û Hasirliyê, Mînareya Çar Ling û dêrên Katolîk û Protestanê yên Ermenî hatine restorekirin û dê ji bo texrîbatên mezin yên ku pêk hatine dê restorasyon were destpêkirin.
Geşedaniyên li herêm ji teref Wezîra Hawîrdor û Bajarvaniyê Fatma Guldemet Sari, Wezîrê Çand û Turîzmê Mahîr Unal û Wezîrê Avadaniyê Cevdet Yilmaz ve tê şopandin. Plan û projeyên veguherîna bajarî, pêvajoya restorasyona Sûrê, xizmetên di derbarê restorasyonê de dê ji Davutoglu re were pêşewazkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.