Serokwezîr: Ev ji Amerîka re peyameke eşkere ye
Serokwezîr derbarê qerara Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Amerîka de diyar kir “Ev yek qerareke dîrokî ye. Ez hêvî dikim Amerîka vê qerarê baş bixwîne û piştî vê qerara xelet a ku daye demildest jê vegere.”
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî nimêja înê derbarê qerara Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Amerîka de nirxandinan kir û diyar kir ev ji Amerîka re peyameke eşkere ye û dû re axavtina xwe wisa domand: “Ev yek qerareke dîrokî ye. Ez hêvî dikim Amerîka vê qerarê baş bixwîne û piştî vê qerara xelet a ku daye demildest jê vegere. Ew ê Tirkîye bibe taqîbkerê vê meselê, derdê me ew e ku em li ba kesê heqdar û hêzdar bin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.