Serokwezîr rojev nırxand

Serokwezîr rojev nırxand

Serokwezîr Davutoglu got: "dıvê nebêjın 'em ê çekan berdın lê...' bı hınceta çek nayê danîn. Demırtaş dıvê daxuyanıya ku roja şemıyê hat dayîn provoke neke, dıvê tu kes provoke neke."

Davutoglu beşdarî bernameya "Digel Serokwezîr Rojeva Taybet"bû  û li vir pirsên der barê pêvajoyê çareseriyê û yên der barê rojevê de bersivandin.

Davutoglu li ser pirsa rojnameger a "Cîgirseroka Koma HDPê Pervîn Bûldan got ku ev beyana Ocalan beyana niyetê ye weha got: "Li wir pêşşerteke tune. Yanê dê pêşî li ser 10 madeyan biaxifin û piştre jî li ser mijara çekdanînê. Naxêr xisûseke wiha tuneye. Eksê vê banga ji bo çekdanînê heye û ev bangewazî wekî gaveke dîrokî tê nirxandin. Lê piştî vê ev xisûs heye: Dê li ser wan 10 madeyan biaxifin û siyaseta Tirkiyeyê di çarçoveya van madeyan de bê nirxandin. Xisûsa ku ev 10 made di vê pêvajoyê de girîng in heye."

Davutoglu li ser pirsa "Li gor we gelo divê kengê çek bên danîn?" got "derhal bên danîn." Davutoglu piştî vê bersivê got ku divê em cardin venegerin heyama newroza 2013an û wiha pê de çû:

"Di newroza 2013an de ez jî li Diyarbekirê bûm. Hatibû diyarkirin ku dê du nav du mehan de vekişin. Herwiha di serê meha gulanê de jî dest bi vekişînê kiribûn. Lê çi bû gelo? Bûyerên Parka Geziyê qewimîn û bi van bûyeran jî xwestin ku Tirkiyeyê bê îstîkrar nîşan bidin. Di vê heyamê de sekinîn û hin gavên ku bûn sedema rawestandina pêvajoyê avêtin. Wan ew gav avêtin lê me neavêt. Me piştî van bûyeran di 30yê îlonê de bestekên demokratîkbûnê derxist. Di qada çandê de jî dewlemendiya pêvajoyê parast."

Davutoglu wiha dewam kir:

"Dû re kûmpasên di 17 û 25ên meha kanûnê de hatin kirin. Ji ber vê yekê gavên divê me di çarçoveya pêvajoyê de biavêta dereng man. Bangewaziya ji bo çekdanînê ji ber vê yekê dereng ket. Niha em gihiştin vê merhaleyê. Ev merhale merhaleyake girîng e.

BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.