Serokwezîr Yildrim: “Çend roj in ku diaxivin ev tev axavtinên vala ne”
Serokwezîr Bînalî Yildrim berîya ku herî Erebîstana Siûd li balafirgehê derbarê KHKya dawî de nirxandinan kir û derbarê nîqaşan de diyar kir “Çend roj in ku diaxivin ev tev axavtinên vala ne.”
Serokwezîr Bînalî Yildirim berî ku biçe Erebîstana Siûd li balafirgehê derbarê nîqaşên ku derheqê qerara di hukmê qanûnê tên kirin de ji endamên çapemenîyê re daxuyanî da û pirsên wan bersivand.
Yildirim di daxuyanîya ku da de derheqê rexneya Serokomarê berê Abdullah Gul a derbarê qerara di hukmê qanûnê de wiha axivî: “ Di qerara di hukê qanûnê de derbarê zimanê verastkirina ‘Muafîyeta Darazê ji Siwîlan re” de tu xeletî tuneye û dê tu verastkirin neyên kirin. Çend roj in ku diaxivin ev tev axavtinên vala ne.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.