Serokwezîrê nû yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu ye
Serokwezîrê nû yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu ye
Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ku wek serokomarê nû yê Tirkiyeyê hatiye hilbijartin ragihand, di kongreya partiyê de Ahmet Davûtoglu dê li şûna wî bibe serokê giştî yê AKPê.
Encumena Navendî ya AKPê îro li Enqereyê bi serokatiya Erdogan civiya. Piştî civînê Erdogan ragihand ku namzedê Serokatiya Giştî ya AKPê Wezîrê Derve Ahmet Davûtoglu ye.
li gorî biryarên dawî yên AKPê, serokê giştî yê partiyê di heman demê dê bibe serokwezîr jî lewma eger Davûtoglu di kongreyê de bibe serokê giştî yê AKPê dê bibe serokwezîr jî.
Kongreya AKPê roja 27ê Tebaxa îsal tê lidarxistin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.