Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Çerkezkoya Tekîrdagê 20 karkerên ku di fabrîkayekê de dixebitîn ji ber ispanaka ku xwarin bi jehrê ketin û hatin rakirin nexwşxanê. Hat hînbûn li Suleymanîyeya Tekîrdagê jî 2 kesên din jî ji ber ispanakê bi jehrê ketin û hatin rakirin nexweşxanê.
Midûrê Tenduristîyê yê Bajêra Tekîrdagê Dr. Cengîz Becerîr daxuyanîyek belav kir. Cengîz di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, 22 kesên ku piştî xwarina ispanakê bi jehrê ketin hatin rakirin nexweşxanê û dermankirina wan berdewam e.
Piştî hewadîsa bi jehrê ketina ji ber ispanakê ji teref Midûr Çandinîyê ya Bajêra Stenbolê ve daxuyanîyek hatibû belavkirin û di daxuyanîya ku hatibû belavkirin de hatibû diyarkirin ku gîyayên bîyanî bûne sedem ku însan bi jehrê bikevin.
ÎLKHA