Li navçeya Şemrex a Mêrdînê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Li navçeya Şemrex (Mazıdağı) a Mêrdînê, di qezaya ku mînîbusek û wesayîteke sivik a bazirganî lê qewimîn de sê jê zarok çar kes birîndar bûn.
Qeza, li gundê Pîran ya Navçeyê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîteke bazirganî ya sivik ku plaqeya wê nehatibû diyarkirin û ji aliyê H.B. (31) ve dihat ajotin, li mînîbuseke ku navê şofêrê wê nehatibû diyarkirin qelibî.
Di qezayê de şofêrê wesayîta bazirganî ya sivik H.B. û rêwiyên di mînîbusê de M.A. (13), M.E.D. (14) û U.G. (13) birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, îtfaîye û cendermeyan hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê re hatin rakirin.
Hat destnîşankirin ku ji birîndaran H.B. rewşa wî giran.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.