25 serokên şaredarîyên navçe û nahîyeyên girêdayê Dihokê diguherin

Midûrtîya Şaredarîyên Bajara Dihokê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Midûrê Şaredarîyên Dihokê Dîyar Behrî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di nav sînorên Dihokê de tevde 47 şaredarî hene û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Hinek Serokên van şaredarîyan ev bû demek dirêj ku li ser wezîfê ne.Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku 25 Serokên Şaredarîyên navçe û nahîyeyên girêdayê Dihokê bên guhartin da ku ji welatîyan re xizmeteke baştir bê dayîn. Ew ê ev qerar di demeke kurt de bê sepandin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne