40 kesên ku li Sêrtê di berfê de asê mabûn hatin rizgarkirin

Li Geçîttepeya gundê girêdayê Perwarîya Sêrtê ji ber berfa ku zêde barîya mînîbusa ku 40 kes tê de bûn di rê de ma.

Li bajarên Kurdistana Tirkîyê berf her ku diçe tesîra xwe zêde dike. Ji ber berfa ku zêde dibare Li Geçîttepeya gundê girêdayê Perwarîya Sêrtê ji ber berfa ku zêde barîya mînîbusa ku 40 kes tê de bûn di rê de ma.

Di encama xebatên paqijkirina rê û rzigarkirinê de 40 kesên ku ji ber  berfê di rêya gund de asê man hatin rizgarkirin.

Sekreterê Gıştî  yê Îdareya Taybet ê Bajêr Hifzullah Canpolat derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Canpolat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir ew ji ber îxbara ku ji wan re hat kirin xebatên rizgarkirinê dan destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di encama xebatên ekîbên me de kesên ku di berfê de asê mabûn hatin rizgarkirin.Li navçeya me xebatên paqijkirina rêyan berdewam dike. Li tevahîya Sêrtê rêya 18 gundan ji ber berfê hêj girtîne.”

ÎLKHA












İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn