Alîkara Sekreterê Giştî ya ŞBSê ya ku heqaret li pîrekên bi hîcab kiribû îstîfa kir

Serokê Şaredarîya Bajara Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu destnîşan kir, Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajara Mezin a Stenbolê Yeşîm Meltem Şîşlî di 8ê Sibatê de daxwaznameya xwe ya îstîfayê daye û ew jî xistine mêrîyetê.

Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajara Mezin a Stenbolê Yeşîm Meltem Şîşlî di civîneke ku li dar xistibû de heqaretan li pîreka bi hîcab a ku berspira herêmê ya ÎSMEKê ye kiribû û dû re jî dawî li karên wan kesên ku dixebitîn anî bû.

Meltem Şîşlî di civîna ku kiribû de ji pîrekan pirsî bû “Çend kes ji we ezeb e?” ku ji ber vê yekê pîrekên ezeb destê xwe rakiribûn ku Meltem Şîşlî dû re wiha heqaret li pîrekan kiribû “Çi qas zêde ezebên me hene. Em van kesên ezeb û îtfaîyevanan bînin ba hev û ji bo wan şevberkekê tertîp bikin, bila dilge hevalan rabin rûnin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne