Alîkarê Serokê Amerîkayê: Ez ji bo rawestandina îşxalê diçim Tirkîyê

Mîke Penceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê derbarê ziyareta xwe ya ku dê li Tirkîyê bike de destnîşan kir “Ez diçim Tirkîyê da ku banga rawestandina îşxalê û demildest tetbîqkirina agirbestê li wan bikim.”

Hûrgilîyên ziyareta Mîke Penceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê diyar bûn. Pence digel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo, Şewirmendê Ewlehîyê ya Neteweyî yê Qesra Spî Robert O'Brien û Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê James Jeffrey îro tê Tirkîyê.

Li gorî daxuyanîya ku hatiye belavkirin ew ê Mîke Pence bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Pence berîya ziyareta ku bike daxuyanîyeke balkêş da. Penceyê ku diyar kir ew ê bi talîmata Trump biçe serdana Tirkîyê di daxuyanîya xwe de wisa got: “Ez diçim Tirkîyê da ku banga rawestandina îşxalê û demildest tetbîqkirina agirbestê li wan bikim.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne