Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê bi Serokê Hamasê re hevdîtin kir

Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê bi Îsmaîl Henîyeyê Serokê Hamasê re derheqê plana şer a ku ji teref Amerîkaya îşxalker ve hat daxuyandin de hevdîtin kir.

Di hevdîtina ku hat kirin de Henîye destnîşan kir ew li dijî wê plana şer a ku bi navê “Peymana Sedsalê” de bê tetbîqkirin li ber xwe didin û ji ber ku Misliman pêkve hereket nakin ev plan tê xwestin bê sepandin.

Henîye di berdewama axavtina xwe de diyar kir, her çi dibe bila bibe ew ê berxwedana li Filistînê ji ya her car bi hêz û qewettir be û di wan qonaxên pêşîya me de stratejîya wan bes bi parastinê sînordar nebe û dû re wiha got: “Ji ber ku alema Îslamê ji plana şer a Amerîkayê re bertek nîşan da em kêfxweş in. Ew mîtîng û xwepêşanên ku li Tirkîyê hatin lidarxistin ji bo gelê Filistînê bi qedr û qiymet in.Em ji gelê Tirkîyê û hikûmeta wê re teşekkur dikin.”

ÎLKHA




İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne