Alîkarê Walîyê Hewlêrê Hêmin Qadîr: “Her welatî divê heta 28 rojan xwe bixe karantînayê”

Li Hewlêra ku lê ji ber Coronavîrusê ji bo 6 rojan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin ji bo pêşîya zêdebûna pêketîyên vîrusê bê girtin ji gel tê xwestin ku xwe bi dildarî têxin karantînayê.

Hêmin Qadîrê Alîkarê Walîyê Hewlêrê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ji bo şênîyên Hewlêrê kampanyayeke nû dane destpêkirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her welatî divê heta 28 rojan xwe bixin karantînayê û heta kareke muhîm derneyê divê dernekeve derve. Ew ê bi vî şiklî belavbûna Coronavîrusê kêm bibe. 6 roj ji xwe ji teref me ve hat tetbîqkirin, êdî ma 22 roj.”

Li Herêma Kurdistanê heta îro bi 7 hezar û 315 kesî re vîrus hat tespîtkirin û 252 welatî jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan. Her wisa hat ragihandin 2 hezar û 692 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne