Altun: Siûdî henekê xwe bi eqlê dinyayê dike

Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun destnîşan kir “Îddîaya cinayeta Kaşikçi ji teref çend rayedarên îstîxbaratê ve hatiye kirin bi gotina herî hêsan henekê xwe bi eqlê dinyayê kirin e.”

Mehkemeya Siûdî derheqê cinayeta Cemal Kaşikçi de ji çend kesan re cezaya îdamê da.

Piştî vê cezaya ku hat dayîn re ji teref Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun ve derheqê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Altun di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “ Kes eleqê xwe ji wan kesên ku çeteya cinayetê bi jeta taybet şandin Stenbolê, fermana Kaşikçi îmze kirin, cesedê parçe kirin û  xwestin ku li ser cinayetê bigirin nayênin. Îddîaya cinayeta Kaşikçi ji teref çend rayedarên îstîxbaratê ve hatiye kirin bi gotina herî hêsan henekê xwe bi eqlê dinyayê kirin e.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne