Amerîka ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî vîze neda Wezîrê Karên Derve yê Îranê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf xwest ku ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî ya ku dê sibe li New Yorkê bê tertîpkirin biçe Amerîkayê, lê belê Amerîka destûr nedayê.

Hat ragihandin Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf xwest ku ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî ya ku dê sibe li New Yorkê bê tertîpkirin biçe Amerîkayê, lê belê Amerîka destûr nedayê. Hat hînbûn Zarîf ji bo axavtinek derheqê Qasim Silêmanîyê ku ji teref Amerîka ve hat qetilkirin de axavtinekê bike xwest biçe Amerîkayê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin birêveberîya Trump li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres gerîyaye û destnîşan kiriye ew ê Amerîka destûr nede Zarîfî.

Amerîka bi vê helwesta xwe mafê çûyîn û hatina navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê îhlal dike.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn