Amerîka ji Çînê daxwaza di 72 seatan de girtina balyozxaneya li Houstonê kir

Çînê ji vê qerara Amerîkayê re bertek nîşan da.

Piştî îddîayên şewitandina evraqan a li balyozxaneya Çînê ya li Houstonê Amerîka biryar da ku ev balyozxaneya Çînê di 72 seatan de bê giritn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê  Morgan Orgatus derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Orgatus di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew ê Amerîka  ji wan helwestên Çînê yên ku pê ji desthilatdarîya Amerîka re dijberîyê dike re destûrê nede.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Wang Wenbin jî destnîşan kir xebera girtinê ya balyozxaneya Çînê ya li Houstonê ji wan re hatiye dayîn.

Wenbin di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ev qerara girtina balyozxanê qerareke yekalî ye ku em teleb dikin ku Amerîka demildest ji vê qerara xwe vegere, heke ev yek neyê kirin ew ê Çîn tevdîrên dijwar bistîne û vê yekê bêbersiv nehêle.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye