Amerîka li Behra Ummanê dest danî li ser tekneya Îranê ya ku barê wê çek bû

Fermandarîya Hêzên Navendî ya Amerîkayê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew li Behra Ummanê dest danîne li ser tekneya Îranê ya ku barê wê çek bû.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin leşkerên Amerîka yên ku di Keştîya Şer a Normandy USSyê de wezîfedar bûn di 9ê Sibatê de dest danîne li ser tekneyê û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di tekneya ku hat bidestxistin de 150 heb mûşekên tanksavar ên bi tîpa Dehlawî ATGM ên ku malê Rûs in, 3 mûşekên malê Îranê yên ku ji bejayê ber bi asîmanê ve yên berdan, ekrana kontolkirina çekan a malê Îranê, wesayîtên bejayî û balafirên bêînsan û gelek perçeyên çekan hatin bidestxistin.”

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn