Amerîka li Efxanistanê êrîşî karkerên ziraetê kir: 30 şehîd 40 birîndar

Amerîka li Efxanistanê bi balafirên bêînsan êrîş bir li ser karkerên ziraetê, di encama êrîşa ku hat kirin de 30 karker şehîd bûn û 40 karker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin Amerîka li Efxanistanê bi balafirên bêînsan êrîş bir li ser karkerên ziraetê, di encama êrîşa ku hat kirin de 30 karker şehîd bûn û 40 karker jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Efxanî ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, Amerîka li herêma Wezîr Tangîya Efxanistanê bi balafirên bêînsan êrîş bir li ser karkerên ziraetê, di encama êrîşa ku hat kirin de pîrek û zarok jî di nav de 30 karker şehîd bûn û 40 karker jî birîndar bûn.

Amerîka derbarê mijarê de diyar kir ew bi “şaşîtî” li karkeran dane.

Li gorî qeydên fermî di navbera mehên çile û tîrmehê de li Efxanistanê hezar û 336 kesên sîwîl di êrîşên Amerîkayê de şehîd bûn û 2 hezar û 446 sîwîl jî birîndar bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin