Amerîkayê destek da xwepêşandêrên li Îranê: Em li ba we ne

Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê derbarê xwepêşanên ku ji ber zama benzînê li Îranê dest pê kirin de destnîşan kir “Amerîka dengê we dibihîze û destekê dide we. Amerîka li ba we ne.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo derbarê xwepêşanên ku li Îranê ji ber zama benzînê dest pê kirin de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek da.

Pompeo di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir “Piştî dîktatorîya ku 40 salan berdewam kir re xelkê Îranê yê bi rûmet li hember suîstîmalên hikûmetê bêdeng namîne. Em ê jî bêdeng nemînin. Peyameke min bo xelkê Îranê heye: Amerîka dengê we dibihîze û destekê dide we. Amerîka li ba we ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e