Artêş midaxeleyî xwepêşandêran kir

Li Libnanê artêşê midaxeleyî xwepêşandêrên ku li kolanan xwepêşanan li dar dixin kir.

Hat ragihandin li Libnanê artêşê midaxeleyî xwepêşandêrên ku li kolanan xwepêşanan li dar dixin kir.

Ev bû çend heftî ku ji ber polîtîkaya dewletê, qeyrana aborî ya nebaş xelk xwe berda kolanan û bênavber xwepêşanan li dar dixe. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin artêşa Libnanê mudaxeleyî xwepêşandêran kir û rêyên ku ji teref xwepêşandêran ve hatibûn girtin vekir.

Tê diyarkirin di dema mudaxeleya ku hat kirin de gelek xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Piştî ku Saad Harîrî îstîfa kir re hêj hikûmeta nû nehatiye damêzrandin û hêlên sîyasî di warê şêwaza hikûmeta nû de li hev nakin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn