“Îslam” û “selam” du bêjeyên ‘Erebî ne û koka wan yeke. Ku ew jî “se-le-me” ye. Me’na wê jî; dilxweşî û jîndebûn, di ewlehî û emniyetê de bûn e. “Misilman” jî; Ew ê ku teslîm û radestî Xweda Te’ala bûye, ê ku gihiştiye aşîtiyê û hizûrê. Ji ber vê jî em Misilman gava ku leqayî hev dibin silava me “Esselamû ‘Eleykum” e. Di nimêjê de di ettehiyatû de em hem li ser temamê Resûlên Xweda (Silavên Xweda li ser tevabin) hem jî li ser ‘evdên Xweda ên salih û qenc û li ser temamê mumina ‘eynî vê silava ha di rojekê de di pênc wext nimêjê ferz û sunnetê wan de nêzî pêncî carî dubare dikin. Yanî em dibêjin; Ewlehî, aşîtî û silav li ser we teva be. Gava ku nimêja me diqede jî dîsa em li rast û çepê xwe vê silavê didin û nimêja xwe diqedînin. Ji van teva jî tê fêmê ku; “Îslam; aşîtî bi xwe ye. Ji bo ku em bigihîjine aşîtiyeke ji dil, ji Îslamê pê ve li pêşiya me tu rê tuneye. Lewra;
Di ciyê ku Îslam lê heye; aşîtî jî li wir heye.
Di ciyê ku aşîtî lê heye, hêvî û ewlehiyên meriv di wir de zêde dibin, şîn dibin û têne dîtin,
Di ciyê ku aşîtî lê heye; meriv ji hêvî û ewlehiyên xwe yî ji pêşerojê bawer dibe,
Di ciyê ku aşîtî lê heye; kîn, buğz, neyartî, hesûdî li wir tuneye,
Di ciyê ku aşîtî lê heye; biratiya gelan heye, nijadperestî, niştimanî û gelparêziya ku meriv ji hev re dike neyar tuneye,
Di ciyê ku aşîtî lê heye; xodbînî û egoîstî li wir tuneye,
Di ciyê ku aşîtî lê heye; birayê xwe çêtir girtin heye li wir,
Di ciyê ku aşîtî lê heye; gelê ku tê ‘eciqandin û mafê wî yî ku ji alî Xweda ve hatiye danînê ji wan nayê mehrûm kirin.
Di ciyê ku aşîtî lê heye; hemû gel, bi zimanê dayika xwe perwerdehiya xwe dibînin, di mehkema de xwe diparêzin,
Di ciyê ku aşîtî lê heye; a herî mezin jî li wir ‘edalet heye, hizûr heye, ewlehî û emînî heye...
Çawa ku em tev jî dizanin, di van mehên dawî de navê “Aşîtî” yê em pir dibihîzin. Înşaallah aşîtiyeke daîmî were vê herêma me û nav gelÊ me. Xwesteka me yî herî mezin jî ev e. Lê belê;
Dewleta T.C yê jî û PKK ê jî heta îro çiqasî bi hev re ev nêzî 35 sala herbê dikin û xwîna hev û din dirêjin jî, lê ya rastî li ba her dû ya jî û li gora herdûya jî neyar û dijminê herî mezin dînê Îslam e. Her dû aliya jî li Misilman û oldara neheqî û zilmên mezin kirine. Vê zilma ku kirine ne pênos dikarin binivîsînin û ne jî dev dikare bêje. Lê belê nizanibûn ku bi Îslam û Quranê re bi dîn re herb nayên kirin. Îslam û Quran û dîn çawa ku ji alê Xweda ve hatine şandin, heta roja qiyametê parêztina wa jî dîsa a’îdê Xweda ye. Xweda bi xwe ve paraztinê xistiye aydiyê xwe. Her dû aliya jî vê fêm kirin lê belê piştî ku deşt û newal û çiyayê Kurdistanê bi xwîna hezara xortê nazik û ciwan sor bûn.
Gul û sosin û nêrgis bi xwîna wan şîn bûn,
Çem û robar û cobarên Kurdistanê bi xwîna wan herikî,
Ji her maleka Kurdistanê hema bêje ya yek ji wan kete binê erdê ya jî di heps û zîndana de riziyan, hê nû fêmkirin.
Îca bira ku her du alî jî rast bin, ji dil bixwazin aşîtî û hizûrê bînin nav welatê me, pêşî bira bi Îslamê re li hev werin. Durûtiyê nekin. Ne ku di zorê de mane, şert û mercên herêmê vê dixwaze (qonjoktûr) û ji mecbûrî be vê dikin. Bi tenê di hinek name û hinarên xwe de bêjin: “Xerca ku ev hezar sale me (Tirk û Kurdan) bi hev daye girtin Îslam e. Lazime ku em di bin sîwana Îslamê de bicivin...” nebesin ev zarê edebî.
Ji bo ku aşîtiyeke ji dil di vê herêma me de bi cî bibe divê pêşî dewleta T.C yê bi Îslamê re, pişt re jî bi gelê Kurd re li hev were. Heq û mafê wanî ku ev nêzî sed saliye hatine ğesbkirin ji alê dewletê ve bide wan, qedexetiya li ser zimanê wan ji temamê qadên gelemperî rake. Ji ber zilm û neheqiya li wan kiriye ji Kurda lêborînê bixwaze.
PKK jî; ‘eynî bi vî awayî ji bo ku Qomonîzmê bîne welatê me hewqas ‘eş û elem û keder bi gelê me yî Misilman da kişandin. Ji bo vê; ji gelê Kurd divê lêborînê bixwaze.
Li herêma me tu kes naxwaze ku herb û pevçûn bidome. Mirov e kî Misilman û xweyî ujdan ji xwe qe naxwaze. Lewra aşîtiya li herêmê, ji aliyekî ve me Misilmana û de’wetvanê Îslamê jî ‘eleqedar dike. Gava ku li herêmê hizûr û ewlehî hebe, aşîtî hebe, de’wet û teblîğ û xizmeta ji bo Îslamê, ji bo de’wa Xweda wê hê musa’ît be. Em jî ji xwe vê dixwazin. Hewceyî ya me bi herêmeke di nav aşîtî û ewlehiyê de heye.
Weka ku me go; piştî ewê ku bûye sebebê derketina vê fîtnê dewleta T.C yê bi xwe ye, Kemalîzm û nijadperestî û faşîstiya wa bi xwe ye, bira dev ji vê nijadperestî û faşîstiya xwe berdin. Ji xwe ewê aşîtî ji ber xwe ve were.
PKK jî ku bixwaze xêreka wê bigihîje gelê Kurd, bira dev ji Qomonîzm û Sosyalîzmê berde, berê xwe bide Îslamê, viya nekin jî qene bila neyartiya li hember Misilmana dikin biterikînin, bi Îslamê re neyartiyê nekin.
Ku dewlet bera dixwaze vê birînê derman bike, lazim e ku bingeha makeqanûna xwe ji Îslam û şerî’etê bistîne. Lewra ku hema bêje; ka em pansûmana vê birînê biguherînin, em roja xwe xilasbikin, çavê Kurdan bi çend bertîlan bigirin... hingê evêya ğeletiyeke pir mezin e. Lewra tu carî weka îro, ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin şert û merc li cî de nehatine ditîn û destê tu hukumetekî weke ya îro qewî nebûye. Ku bi vê pansûmanê îro xwîna birînê bisekine jî, sibê zarokên îro an jî neviyên wan ewê careka dinê vê birînê bixurînin û biçelitînin û derbikin. Çareyeke bi tenê heye ji bo vê birînê ew jî Îslam e.
Aşîtî; bi serdest girtina Tirka û bindest dîtina Kurda, nayê bidestxistin. Aşîtî tu carî bi van fikr û baweriya nayê herêma me.
Bimînin di xêr û xweşiyê de.