Rejîma cimhûriyetê çer ku tê damezrandin, êdî dijminantiya Îslam û muslumanan tê kirin. Tekye û medrese tên girtin, camî dibin tewlê hespan, alimên Îslamê tên daleqandin û sirgûnkirin. Rejîm dixwaze milletê musluman, ji bîr û bawerî û emr û ferzên Îslamê dûrbixe, exlaq û terbiye û ğîreta Îslamê ji wan bixeritîne. Ji ber vê yekê jî, bi kultur û eskerî te’de û zorbatiyê li millet dike. Kesên li ber radibe, ya serê xwe dide yan jî sirgûn dibe, di hepsan de tê perçiqandin.
Rejîm ji ber qiyamê, Şêx Seîd Efendî û 48 hevalên wî yên alim û hêja, bi darve dike. Pey wan re, kesên ku ji rejîmên ne razîne, yan tên qetilkirin yan jî tên girtin. Ustad Bedîuzzeman tê sirgûnkirin û bi salan di heps û hîcret û tecrîdan de tê perîşandin.
Salek bi ser şehadeta Şêx Seîd Efendî nakeve, Atif Xocayê Îskîlîpî jî, ji ber kitêbeke xwe tê daleqandin. Digel ku beriya qanûna şebqeyê kitêba xwe nivîsandibû jî, ji ber qanûna han, ewilî tê girtin, mehkeme dibe. Dûre jî bi daleqandinê tê şehîdkirin. 4ê Sibatê salvegera şehadeta Atif Xoca ye. Ev 87 sal e ku bi ser şehadeta wî dikeve.
Atif Xoca bi îlm û edeba xwe, bi xizmet û tehsîl û mucadela xwe ya Îslamî û bi şehadeta xwe, di dîroka Îslamê de bi navdar û rêzdar e. Di 1876ê mîladî de li Îskîlîpa Çorûmê diwelide. Li ba gelek alimên hêja îlmê tehsîl dike. Piştî îcazeta xwe digre, li medresan dersê dide. Di gelek kovaran de dinivîsîne. Li lîse û zanîngehan mamostetiya Erebî dike. Alîkariya serekê Cemiyeta Muderrîsan dike. Di 1924an de bi navê “Teqlîdkirina Frenkan û şebqe” kitêbekê dinivîsîne. Salek û nîv şûnda qanûna şebqeyê der tê. Li gor vê qanûnê, ji ber kitêba xwe tê mehkemekirin. Di 4ê Sibata 1926an de, bi daleqandinê tê şehîdkirin. Beriya daleqandina xwe wiha dibêje “Helbet emê roja mehşerê hesabê xwe bi zalim û qatilan re bibînin.”
Piştî şehadeta wî bi gelekî şûnda, bi lêkolînan mezergehê wî tê dîtin û neaşê wî neqlî Îskîlîbê dibe. Rûhê wî û ên wek wî mîna Şêx Seîd Efendî û hevalên wî şad bin.