Avrupa Yetim Eli dest bi alîkarîya Remezanê kir

Avrupa Yetim Eliya ku litevahîya cîhanê xebatên alîkarîyê dike, bi dirûşmeya “Jiyan Pêkve Xweş e” xebata alîkarîya ya Remezanê da destpêkirin.

Avrupa Yetim Eliya ku di bergeha vê kampanyayê de li Tirkîyê dest bi xebatan kir, li Stenbolê ji gelek kesên feqîr û jar re alîkarîya xurekê kir.

Nurullah Gunaydinê ku Koordînatorê Tirkîyê yê Avrupa Yetim Eli ye derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ji wan kesên ku ji ber Coronavîrusê mexdûr bûne, nexweş û îxtîyar û feqîr in re alîkarî kirine.

Gunaydin di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew bi dirûşmeya “Jiyan Pêkve Xweş e” xebatên alîkarîyê dane destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Welatê me û cîhan ji ber Coronavîrusê ji îmtîhaneke giran derbas dibe. Em wek Avrupa Yetim Eli li Tirkîyê ji wan kesên ku nexweşîyên kronîk bi wan re hene, nexweş û îxtîyar in re alîkarî dikin. Em di demeke wisa ya ku herî zêde malbat zirar dibîne de  ji bo sazîya malbatê li ser pîyan bigirin çi ji destên me tê dikin. Weke ku em her sal di meha Remezanê de alîkarîyan dikin, îsal jî me dest bi  xebatên alîkarîyê yên Remezanê kir û em van alîkarîyan bigihijînin wan kesên feqîr û yetîm ên li çar alîyê dinyayê. Hûn jî zikat, fitre û  xelatên xwe yên îdê dikarin tevlî vê kerwana alîkarîyê bikin. Xweda xêrên ku we kirine û dê bikin qebûl bike.”




İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, qamyonek li lembeyên trafîkê li otomobîlekê qelibî.
Li Çinarê agir bi dorsa qamyonekê ket
Salvegera 13emîn a HÜDA PARê li bajarê Dîyarbekirê bi coş hat pîrozkirin
Li ser rêya gundê Qîlwa yê Çinarê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn.
Werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin