Avrupa Yetîm Elî ji bi hezaran zarokên Yemenî re alîkarî belav kir

Ji teref Avrupa Yetîm Elîyê ve li herêma Sanaya Yemenê di bergeha projeya “Mama Zarokan” de ji bo bi hezaran zarokên feqîr alîlkarîya mamayê hat kirin.

Hat ragihandin ji teref Avrupa Yetîm Elîya ku ji roja hatiye damezrandin vir ve ji feqîran re dibe alîkar ve li herêma Sanaya Yemenê di bergeha projeya “Mama Zarokan” de ji bo bi hezaran zarokên feqîr alîlkarîya mamayê hat kirin.

Huseyîn Ateşê Rayedarê Avrupa Yetîm Elîyê derbarê alîkarîya ku ji teref komeleya wan ve li Yemenê ji bo zarokan hatiye kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ateş di daxuyanîya xwe de diyar kir alîkarîya mamayê li wan herêmên şer ji wan malbatên feqîr re hatiye belavkirin.

Ateş di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li Yemenê ji bo zarokan alîkarîyên wan berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di herbê de çawa mezin di tesîrdar dibin bi heman awayî zarok jî tesîrdar dibin. Berîya ku bûyer dest pê bikin hejmara zarokên ku bi şikleke neyînî tesîrdar bûne bi hezaran bû, lê niha bi milyonan in. Em wek Avrupa Yetîm Elî ji van zarokan re dibin alîkar lewra zarok ji ber herbê nikarin xurekê peyde bikin û gelek zêde ji herbê tesîrdar dibin. Ew ê ji bo Yemenê xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn