Avrupa Yetim Eli li Afrîkayê li ser navêmerhum Omer Dongeloglu xwarina fitarê da

Avrupa Yetim Eliya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye li ser navê merhum Omer Dongelogluyêberî vê çend rojan çû rehmê Xwedê li Nîjeryayê xwarina fitarê da 220 xwendekarên êtîm.

Derbarê xwarina fitarê ya ku hat dayîn de ji teref Alîkarê Serokê Avrujpa Yetim Eliyê Huseyin Ateş ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ateş di daxuyanîya ku da de destnîşan kir çli gelek welatan di meha Remezanê de xebatên wan ên alîkarîyê berdewam dikin û derbarê alîkarîya ku li Nîjeryayê  hat kirin de wisa axivî: “

Ez pêşî Remezana temamê Mislimanan tebrîk dikim. Wek her sal em îsal jî di meha Remezanê de xebatên alîkarîyê dikin. Em ji Balkanan  û Asyayê bigirin heta welatên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê alîkarî dikin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike. Belê dema ku qala Afrîkayê tê kirin, hişkesalî, birçîbûn û feqîrî tê bîra mirov.  Bi rastî jî meha Remezanê ji bo wan fersend û nîmeteke mezin e. Me li ser 2 êtîmxaneyên li Nîjeryayê li ser navê  merhum Omer Dongelogluyê  berî vê çend rojan çû rehmê Xwedê li xwarina fitarê da 220 xwendekarên êtîm.Rebbê min qebûl bike. Bi vê wesîlê ez cardin nîyaz dikim ku Xweda rehma xwe lê bike û sebrê bide nasên wî. Xebatên me yên alîkarîyê berdewam dikin. Em li benda alîkarîyên xêrxwazan in.”




İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye