Avrupa Yetim Eli li Ugandayêli ser navên xêrxwazan qurbanan serjê kir

Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî Avrupa Yetim Eliyê ku li çar alîyên cîhanê xebatên alîkarîyê dike û Ugandayê nêzî 100 qurbanên eqîqe, nezir û şikirê yên ku ji teref xêrxwazan ve ji wan re wekalet hat dayîn da serjêkirin.

Dildarê Avrupa Yetim Eli Nîzamettîn Aygan derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li Ugandayê tên kirin de daxuyanî da.

Aygan di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew xebatên xwe yên alîkarîyê li Ugandayê didomînin û vêcarê xebata xwe ya alîkarîyê li Dibistana Kibuli Muslimê dane destpêkirin.

Aygan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew niha li mektebeke lê gelek xwendekar hene xebatên alîkarîyê dikin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Li vê mektebê dersên Îslamî û fennî pêkve tên dayîn. Li vê derê 800 xwendekar hene û dersê dibînin. Me li vê derê qurbanên eqîqe, nezir û şikirê da serjêkirin. Nêzî 600 xwendekaran li êtîmxanê dimînin. Înşaallah ew ê xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.

ÎLKHA










































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”